23:02 21 Hezîran 2018
Mesûd Barzanî

Barzanî: Em rewşa piştî 16ê Cotmehê û betalkirina dengên pêşmergeyan qebûl nakin

© REUTERS / Reuters TV
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtina xwe ya ligel Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jan Kubis de ragihand ku rewşa piştî 16ê Cotmeha sala 2017an li herêmên kurd ên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê û betalkirina dengên pêşmergeyan ên di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de nayên qebûlkirin.

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî îro ligel Nûnerê Taybet ê Netewen Yekbûyî li Iraqê Jan Kubis civiya û di civînê de anî ziman ku ew wekî dubarekirina hilbijartinan jî di nav de, her biryara Komisyona Bilind a Hilbijartinan qebûl dikin lê biryara betalkirina dengên pêşmergeyan a bê sedem û ji bo armanceke siyasî, bi ti awayî nayê qebûlkirin û got, ji ber ku ev yek tiştekî gelekî xerab dide nişan û tê wateya hewldanên hilweşandina Herêma Kurdistanê.

Barzanî di axaftina xwe de bal kişand ser ew ji bo gelê Kurdistanê bi sê prensîbên wekî hevbeşî, lihevkirin û hevsengiyê ve girêdayî ne û got, bicihanîna van prensîban girîng e û divê her rêkeftineke di navbera aliyan de li ser bingeha van prensîban pêk were.

Mesûd Barzanî destanîşan kir ku ti nûnerekî PDKê di Komisyona Bilind a Serbixwe ya Iraqê tine ye û PDK di rastiyê de li parêzgeha Neynowayê partiya yekem bû lê ji bo ku nebe yekem bi darê zorê dengên xwişk û birayên me yên êzidî yên li kampan hatin şewitandin.

Herwisa Barzanî destnîşan kir ku li herêmên kurd ên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê ew rewşa piştî 16ê Cotmehê jî qebûl nakin.

Bi heman mijarî:

Barzanî: Dengên PDKê bi qest hatin şewitandin
Barzanî: Fraksiyoneke hevpeymaniya Kurdistanê dikare baştir mafê Kurdistanê biparêze
Hersê serok bi Barzanî re di têkiliyê de ne
Şêwirmendê Barzanî: Divê serkirdayetiya Herêma Kurdistanê girîngiyê bide daxuyaniyên Putin
Barzanî û Necmedîn Kerîm hevdîtinek li dar xistin
Etîketan:
Serokê Giştî yê PDKê, Mesûd Barzanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de