19:00 23 Hezîran 2018
serokê pdk-i mistefa hicrî

Sekreterê Giştî yê PDK-Î Mistefa Hicrî çû Amerîkayê

© Sputnik /
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) Mistefa Hicrî ji bo nirxandina bûyerên Rojhilata Kurdistanê çû Amerîkayê.

Mistefa Hicrî ji bo axaftina li ser rewşa Rojhilata Kurdistanê ji aliyê rayedarên Amerîkayê ve hat vexwendin. Li gorî agahiyên ku Rûdawê parvekirin, Hicrî yekem car e ku weke parçeyekî serbixwe, li gel berpirsên Amerîkayê li ser mijara Rojhilatê Kurdistanê gotûbêjan tên kirin.

Di derbarê bûyerê de Mistefa Hicrî destnîşan kir ku: "Me bi belge nîşan da ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê, piştî rakirina dorpêça li ser dahat û destkeftên xwe yên li bankayên Amerîkayê wergirtiye. Rakirina dorpêçê bibû sedem ku Îran bikare zêdetir petrolê bifiroşe lê dewsa ku vê dahatê ji bo gelê Îranê xerc bike, ji bo bihêzkirina grûbên terorîstî û dewletên terorîstî yên herêmê, herwiha ji bo pêşxistina desthilata xwe bikar aniye."

Hicî di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku "piştî van geşedanan ew li bendê ne ku li Îranê bi taybetî bi riya aliyên nerazî hinek guhertin çêbibin û em hêvîdar in ev guherîn di qezenca xebata Rojhilatê Kurdistanê de bi encam bibe."

Bi heman mijarî:

Sekreterê giştî yê PDK-I Mistefa Hicrî: Xwepêşandanên li Îranê bertekek 40 salî ye
Hicrî: Gelê Kurdistanê dê piştgiriyê bide gelê Îranê
Hicrî: "Îran dixwaze hikûmeta Kurdistanê xirab nişan bide"
Hicrî: Em Îraneke federal dixwazin
Etîketan:
amerîka, pdk-i, îran, Mistefa Hicrî, kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de