21:56 24 Hezîran 2018
Rêveberê Ragihand û Peywendiyên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Herêma Kurdistanê Şoreş Hesen

‘Ti partiyeke iraqî nikare beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibe’

© Sputnik / Osman Başqali
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên li Herêma Kurdistanê ragihand ku heta niha 38 partiyên siyasî ji bo beşdarîbûna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê navên xwe di komisyonê de tomar kirine.

Rêveberê Ragihand û Peywendiyên Komisyonê Şoreş Hesen di pirskonfransekê de daxuyand ku heta niha 38 partiyên siyasî navên xwe toma kirine, lê sê partî û hevpeymanî heta niha ji aliyê komisyonê ve hatine redkirin, ji ber ku kêmasî di belgeyên wan ên pêwîst de hebûn û ew jî ji Hevpeymaniya Suryanî ya Mesîhî, Hevpeymaniya Yeksanî ya Tirkmanî û Lîsteya Demokrasiyê ya Êzidiyan pêk tên.

Herwisa Hesen diyar kir ku rê nayê dayîn ku ti partî û listeyeke iraqî beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibin, ku tê payîn di roja 30ê meha îlona pêşde werin encamdan.

Bi heman mijarî:

Dr. Mihemed: Dibe ku partiyên nerazî bi lîsteyekê beşdarî hilbijartinên Kurdistanê bibin
Ebadî li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê daxuyanî da
Komîsyona hilbijartinên Herêma Kurdistanê biryareke nû girt
Lîsteya partiyên Kurdistanê yên beşdarî hilbijartinên Iraqê dibin, eşkere bû
Etîketan:
Rêveberê Ragihand û Peywendiyên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Herêma Kurdistanê, Şoreş Hesen, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de