23:09 21 Hezîran 2018
Herêma Kurdistanê Pêşmerge û Alaya Kurdistanê

Fermandarê YNKê: Goran him dixwaze pêşmerge werin tunekirin him jî hêzeke çekdar ava dike

© AFP 2018 / AHMAD AL-RUBAYE
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Fermandarekî Pêşmerge yê YNKê Rêbiwar Elî Kerîm diyar kir ku Tevgera Goranê li aliyekî dixwaze hêzên pêşmerge hilweşîne û li aliyê din jî dixwaze bibe xwediyê hêzeke çekdar û got, hewce bi hêzeke çekdar nake, ji berk u pêşmerge her kesî diparêze.

Yek ji rayedarên Tevgera Goranê Şêx Letîf gotibû, divê tenê ne dengên pêşmerge, hêzeke bi navê pêşmerge jî nemîne. Li gorî ragihandina Basnewsê Fermadarê Pêşmerge yê YNKê Rêbiwar Elî Kerîm bertek û nerazîbûna xwe nîşanê vê daxuyaniyê da û got, gotinên Şêx Letîf pûç û vala ne.

Kerîm destnîşan kir ku hêzên pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de mêrxasiyek mezin nişan da û got, lê mixabin parlamenterên Goranê wekî her caran heqaretê li pêşmergeyan dikin.

Fermandarê Pêşmergeyan Kerîm bal kişand ser ku Tevgera Goranê li aliyekî dixwaze hêzên pêşmerge hilweşîne û got, "Li aliyê din jî dixwaze hêzeke çekdar ava bikin û bibin xwedan milîs. Ji ber wê jî bila Şêx Letîf ji Goranê daxwaz bike hêza çekdar ava neke, ji ber ku pêşmerge her kesî diparêzin."

Elî Kerîm li ser betalkirina dengên pêşmergeyan jî Goran bi ‘xiyanetê' tohmetbar kir ku û got, "Bi rastî xiyaneteke mezin e, dema ku Goran destê xwe dixe nav destê erebên faşîst û daxwaza betalkirina dengên pêşmerge dike."

Bi heman mijarî:

Wezareta Pêşmerge derbarê îdîaya vekişîne hêzên Kanadayê de daxuyaniyek da
Fermandar: Dibe her kêlî şer di navbera Pêşmerge û Heşda Şeibî de derkeve
Ji Wezareta Pêşmerge daxuyaniya Kerkûkê
Amerîka alîkariya leşkerî bo du lîwayên pêşmerge dabîn dike
‘Heta pirsgirêka bûdçe, Pêşmerge û madeya 140ê çareser nebe aramî nayê herêmê'
Etîketan:
Fermandarê Pêşmerge yê YNKê, Rêbwar Elî Kerîm, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de