00:53 20 Hezîran 2018
Serbest Ferhan Sindî

Sindî: Barzaniyê ku ez dinasim wê bêyî Kerkûkê beşdarî hikûmetê nebe

© Sputnik /
Kurdistan
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
0 03

Aktivîstê sîyasî û pisporê Rojhilata Navîn Serbest Ferhan Sindî gengeşiya navbera Pêşmerge û Heşda Şeibî ya li Şingalê û êrişên DAIŞê yên derdora Kerkûkê û rewşa dawî ya herêmê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

Aktivîstê sîyasî û pisporê Rojhilata Navîn Serbest Ferhan Sindî ji bo gengeşiya navbera Pêşmerge û Heşda Şeibî û bicihbûna hêzên amerîkî got: "Hefteya borî hikûmeta navendî hezeke nû şand navenda bajarê Şingalê û daxwaz ji Hêza Parastina Êzidxanê Heyder Şeşo ku fermandarê wê kir ku hem çekên xwe deynin û hem jî ji herêma Çiyayê Şingalê û Sinûnê derkevin. Du roj berê dîsa milîsên Heşda Şeibî daxwaz ji wan kir ku çekan deynin û ji herêmê derkevin, lê Heyder Şeşo got em bi Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê ve girêdayî ne û em bi fermana Heşda Şeibî tevnagerin. Heta niha çend caran di navbera herdu aliyan de gengeşî jî derketine.

‘DIVÊ JIBÎR NEKIN KU SEDAM MOŞEKÊN SCUD JI ŞINGALÊ DAVETIN TELAVÎVÊ'

Pisporê Rojhilata Navîn Serbest Ferhan Sindî di axaftina xwe de got: "Kesên ku ji sosyolojoiya çend salên dawî ya Iraqê haydar e dizane ku ev milîsên şiî bi fermana kê û bi çi armancê dixwazin li herêma Şingalê bicih bibin. Şingal ji bo rejima Îranê pir girîng e. Hem dixwaze bi rêya Şingalê derbasî axa Sûriyeyê bibe û wê armanca xwe ya hilala şiî bi cih bîne û hem jî dixwaze kontrola temamê herêma Şingalê di dest de be û ji wir bikaribe mudaxeleya gelek cih û deveran bike. Divê em jibîr nekin ku Sedam Huseyn jî ji Şingalê moşekên Scud davetin Telavîva paytextê Îsraîlê. Gengeşiya dawî ya navbera Îsraîl û Îranê herêmê biqîmettir dike. Lewma Îran dixwaz kontrola Şengalê û hemû herêmê bi dest bixe. Kurd vê carê dê bikaribin nehêle Heşda Şeibî li herêmê bicih bibe.

‘KURD DIKARIN TOLA KERKÛKÊ JI ÎRANÊ BISTÎNIN'

Serbest Ferhan Sindî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Her çi qas ji aliyê kesên berpirsyar nehatibe serastkirin jî çavkaniyên herêmê dibêjin hêzêke amerîka li Şingalê bi cih bûye. Bi rêya kontrola Şingalê û astengkirina hilala şiî, kurd dikarin tola Kerkûkê ji Îranê wergirin. Ji ber ku ew herêm ji bo Îranê pir girîng e. Piştî îxaneta 16ê Cotmehê rewşa herêmê pir guherî û ev guherîn ne li gor daxwaza Amerîkayê bû. Mirov ji bicihbûna hêzên amerîkî yên Şingalê wiha fêm dike ku dê rasterast bibe muxatab. Eger kurd bikaribin stratejiyeke nû biafirînin piştî hêzên amerîkî dikarin vegerin sînorê berî 16ê Cotmehê. Ev firsende û divê vêcarê ji dest neyê berdan."

Mesûd Barzanî û Necmedîn Kerîm
© Foto : Malpera fermî ya Mesûd Barzanî
‘PROJEYÊN BÊYÎ PÊŞMERGE BISER NAKEVIN'

Ferhan Sindî di dirêjiya axaftina xwe de êrişên DAIŞê yên ser navçe û dewrûberên Kerkûkê nirxand û got: "Berî îxaneta 16ê Cotmehê hêzên Pêşmerge nêzîkî 4 salan şerê terorîstên DAIŞî kir. Hem di şer de û hem jî tam di dema hêzbûnê de DAIŞ nikaribû ewlehiya bajarê Kerkûk û navçeyên derdorê wê têk bibe. Ji bo kurdan firsend ne dida. Di 4 salê şer de hejmara teqînên ku li bajarê Kerkûkê çêbû belkî hejmara tiliyên desta derbas nake. Ji xeyrî Kerkûkê bajarên kurdan ên wek Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê jî heman tişt hebû. Asayişa Kurdistanê pir baş dixebitî û gelek caran rê li ber bûyeran girt, heta çend caran berî êrişê xwekujên bixwe jî girtin. Lê em vê nikarin ji bo asayîşa Iraq, polîsên federal û milîşên şiî yên Heşda Şeibî bêjin. Ji roja dagirkirina Kerkûkê, roja ku li gund û navçeyên wê bûyerên êrişî û kuştinî neqewimin, rêya xelkê sivîl neyê birîn û bi çekan êrişî hemwelatiyan neyê kirin tune ye. Dev ji gund û çiya berdin jiyana însanên navenda bajêr bixwe ketiye xeterê. Jixwe karê, parastin, asayîş û ewlehiyê ne karê rêxistinên wek Heşda Şeibî ye û heta niha întîbayeke baş jî nehiştiye. Ma ne hê jî ev kiryarên wan ên operasyona Felluce, Ramadî, Mûsil hwd. ku li sivîlên sunî dikirin nehatine jibîrkirin. Ewlehiya herêmê bi Pêşmerge saz dibe. Tenê hêza Pêşmerge dikare ewlehî û asayîşê li wir temin bike. Projeyên bêyî Pêşmerge wê biser nekevin."

Mesûd Barzanî
© REUTERS / Azad Lashkari
‘BARZANIYÊ KU EZ DINASIM WÊ BÊYÎ ÇARESERIYA KERKÛKÊ BEŞDARÎ HIKÛMETÊ NEBE'

Sindî di dawiya axaftina xwe de ji bo avabûna hikûmeta nû ya Bexdayê û beşdariya kurdan got: "Heta berî şewitandina navenda sindoqên dengdanê hinek bawerî hebû ku hikûmeteke nû ku kurd jî di nav de ava bibe. Piştî şewatê lihevkirin zahmetir bû. ji bo pirsa kê êriş kir em dikarin bêjin kaos û avanebûna hikûmeta nû di berjewendiya kê de be wan êriş kiriye. Yanî dema mirov li koalîsyona pêşî temaşe dike hem Muqteda Sedr, hem Ammar El-Hekim û hem jî Îyad Elawî li gor siyastmedarên din ên iraqî ne nêzîkî Îranê ne. Ji aliyê din ve piştî nûçeya Al Arabiya ya ‘Sedr, El-Hekim û Elawî koalîsyonek ava kirin û bi Serokê PDKê Mesûd Barzanî re jî hevdîtinan dikin' navenda sindoqên dengdanê hat şewitandin. Dîroka şewatê ne tiştekî rasthatî ye. Divê lêkolîneke baş li ser were kirin. Herwiha di meseleya beşdariya hikûmetê de jî divê kurd xeletiyekê nekin. Çi dibe bila bibe divê bi grûbeke beşdar bibin û şertê wan ê sereke jî normalbûna temamê deverên Kurdistanî yên derveyê îdareya Kurdistanê be. Bi qenaeta min grûba îxanetkar jî piştî bûyerên 16ê Cotmehê ders jixwe re girt û fêhm kir ku hatine xapandin. Barzaniyê ku ez dinasim bê normalbûna Kerkûkê beşdarî hikûmetê nabe."

Bi heman mijarî:

Tirkiye: Em ê li Herêma Kurdistanê bimînin
Dadweriya Iraqê ji bo hilbijartinan daxwazek ji Herêma Kurdistanê re şand
'Bêyî alîkariya Herêma Kurdistanê artêşa tirk nikare êrîşê Qendîlê bike'
Rêveberê Saadetê li ser peyva Kurdistanê û daxwazên berdana Demirtaş îstifa kir
Parlamentoya Herêma Kurdistanê li ser betalkirina dengan daxuyanî da
Barzanî: Fraksiyoneke hevpeymaniya Kurdistanê dikare baştir mafê Kurdistanê biparêze
Etîketan:
Rewşa dawî ya Kerkûkê, Serbest Ferhan Sindî, Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de