05:55 21 Hezîran 2018
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm

Kerîm: Divê kurd bi şerta normalîzebûna Kerkûkê herin Bexdayê

© Foto : Public Domain / Kerkûk
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Waliyê Kerkûkê yê qanûnî ku Necmedîn Kerîm di axaftina xwe de ragihand ku berî kurd di hikûmeta Bexdayê de cih bigrin divê şertê sereke yê normalîzebûna Kerkûkê derxin pêş.

Waliyê Kerkûkê yê qanûnî ku Necmedîn Kerîm di axaftina xwe ya K24ê de got: "Kerkûk hatiye dagirkirin û divê kêlî berî kêliyekê rewşa bajêr normalîze bibe. Divê kurd bi şertê normalîzebûna Kerkûkê herin Bexdayê. Ji niha de divê kurd ji bo hilbijartina Meclisa Bajêr a Kerkûkê lîsteyeke hevpar amade bikin."

Necmedîn Kerîm di berdewamiya axaftina xwe de got: "Divê kurd vegerin Kerkûke, rewşa awarte rabe û xizmetê ji xelkê re bikin. Dengê kesên ku bûne sebeb ev bûyer were serê Kerkûkê hat birîn. Kes nizane ew di çi rewşê de ne. Yên ku min nas dikin dizanin ez nikarim ji gel dûr bikevim. Dema li Amerîkayê bûm jî têkiliya min bi gel re dewam kir."

Kerîm di dirêjiya axaftina xwe de herêmên Kurdistanî yên derveyê îdareya Kurdistanê bi dagirkerî binav kir û got: "Eger kurd herin Bexdayê divê şertê wan ê yekemîn rakirina rewşa awarte ya herêmên Kurdistanî be. Ev şert tune be tu wateya ku kurd di hikûmetê de cih bigrin tune ye."

Bi heman mijarî:

Bo îfadeya 'Kurdistan' 15 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn
KENY îro bi rojeva Kurdistan û Iraqê dicive
Dr. Ezîz: Bi peymana ligel Rosneftê Kurdistan dê hîn nêzîkî Rûsyayê bibe
Sanri: AKPê nehişt Kurdistan TV mîtinga Qûdsê ya Stenbolê bişopîne
'Ji ber nakokiyên kurdan, Kurdistan û Kerkûk di xeterê de ne'
Li Kurdistan û Iraqê pêvajoya dengdanê dest pê kir
Etîketan:
Waliyê Kerkûkê, Necmedîn Kerîm, Kerkûk, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de