09:48 23 Hezîran 2018
Ala Kurdistan û Iraqê

Bexdayê berî Cejna Remezanê 317 milyar dînar şande Hewlêrê

© AFP 2018 / Safin Hamed
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî di axaftina xwe de ragihand ku Bexdayê 317 milyar dînar bo Herêma Kurdistanê şandin.

Li gor nûçeyên çapemeniya Herêma Kurdistanê, berdevkê hikûmetê Sefîn Dîzeyî di axaftina xwe de got: "Hikûmeta navendî ya Bexdayê 317 milyar dînar (264 milyon dolar) razande hisabê Wezareta Darayî û Ekonomî yê Kurdistanê. Ev pereyê ku divê her meh Bexda ji bo miqdarê meaşan razîne ye."

Sefîn Dîzeyî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî hatina pereyan em ê dest bi meaşdayîna hêzên Pêşmerge bikin."

Wezîrê Darayî û Ekonomî yê Kurdistanê Rêbaz Hemlan Ramzan di axaftina xwe de gotibû: "Beriya Cejna Remezanê em ê meaşê hemû Pêşmerge û karmendên Kurdistanê bidin."

Bi heman mijarî:

KENY îro bi rojeva Kurdistan û Iraqê dicive
Li Kurdistan û Iraqê pêvajoya dengdanê dest pê kir
Kurdistan û Iraqê li ser 6 xalan li hev kir
Li Îranê erdhej pêk hat û li Kurdistan û Iraqê hat hîskirin
Berdevkê Pêşmerge: DAIŞ li Kurdistan û Iraqê hêj jî neqediyaye
Etîketan:
Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dîzeyî, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de