22:25 18 Hezîran 2018
Mesûd Barzanî

Barzanî: Dengên PDKê bi qest hatin şewitandin

© REUTERS / Khalid al Mousily
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi Balyozê Amerîka yê li Iraqê Douglas Silliman û şanda pê re civiya.

Barzanî di hevdîtinê de diyar kir, "Karkirina ji bo hilweşandina dengê Pêşmerge nîşaneke metirsîdar e û karkirina ji bo hilweşandina pêşeroj û çarenivîsa Kurdistanê ye, ji ber wê bi her awayekî ew li hember wê biryara zalimane radiwestin."

BALYOZÊ AMERÎKA GIRÎNGIYA KURDISTANÊ Û ROLA BARZANÎ ANÎ ZIMAN

Balyozê Amerîka yê li Iraqê Silliman pîrozbahiya serkeftina lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Barzanî kir û rola Barzanî û Herêma Kurdistanê di proseya siyasî ya Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinan de bi girîngî nirxand.
Balyozê amerîkî destnîşan kir ku welatê wî xwazyarê wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê bihêz be û rola wê ya bi bandor di proseya siyasî ya Iraqê de hebe.

‘BI QEST HEJMAREKE MEZIN A DENGÊN PDKÊ ŞEWITANDIN'

Barzanî li ser şewitandina dengan û hilweşandina dengên pêşmerge diyar kir ku dengên pêşmerge bi qest hatine şewitandin û di Komisyona Hilbijartinan de jî ti nûnerekî PDKê tune bû.
"PDK ti nûnerekî wê di Komisyona Hilbijartinê ya Iraqê de nîn e û bi qest hejmareke mezin ji dengê PDKê şewitandin, bi taybet dengên kampan û dengên xwişk û birayên Êzidî û armanca wê ji şewitandina dengan ew bû PDK li parêzgeha Neynewayê nebe yekem, ku di rastiya dengdan de jî yekem e."

‘HILWEŞANDINA DENGÊN PÊŞMERGE BI TI AWAYÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN'

Barzanî ji şanda amerîkî re got, "Ji bo nehîştina gûmanan û pakirina proseyê, PDK bi hemû rêkaran razî bûye êdî çi hejmartina dengan be yan pêdeçûnê ji bo giliyan û duberkirina hilbijartinan jî. Lê hewdanên bo lîstina bi encaman û hilweşanina dengên Pêşmerge bi ti awayekî nayê qebûlkirin. Ev zilma li Pêşmerge tê kirin û Pêşmerge parêzerê li welatê xwe kiriye û mafê wî li ser her aliyekî heye û ji bo çi dengê Pêşmerge bê sedem û ji bo meremên siyasî bên hilweşandin."

Herwiha Barzanî hewla tunekirina dengên Pêşmerge wek karekî metirsîdar nirxand û wiha pê de çû: "Karkirina ji bo hilweşandina dengê Pêşmerge nîşaneke metirsîdar e û karkirina ji bo hilweşandina pêşeroj û çarenivîsa Kurdistanê ye, ji ber wê bi her awayekî li hember wê biryara zalimane radiwestin."

Bi heman mijarî:

Demirtaş: Ez gavekê jî paşde navêjim, ez ê canê xwe ji bo gel feda bikim
Hevserokê HDPê Temellî: Çi gefan dixwî bixwe, em bejna xwe natewînin
PDK-T: Em di hilbijartinan de piştgiriya ti aliyekî nakin
Di fitara qeyûmê Amedê de êrîşî peyamnêrê KurdSatê kirin
Berî hilbijartinan gefa Qendîlê: Em ê ripîrast bikin
Dîrektorê berê yê CIAyê Brennan: Trump ‘dalaleta demkî ye' dê Amerîkayê berê vegere
Etîketan:
Sindoq, Hilbijartin, Kurdistan, Barzanî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de