05:47 21 Hezîran 2018
Efserên hêza Pêşmerge barwernameyên xwe wergirtin

Wezareta Pêşmerge derbarê îdîaya vekişîne hêzên Kanadayê de daxuyaniyek da

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Piştî ku hat ragihandin ku Hikûmeta Kanadayê biryar daye, hêzên xwe ji Herêma Kurdistanê veikişîne û rahênana hêzên Pêşmerge radwestîne, Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê ragihand ku Kanada dê li Herêma Kurdistanê bimîne û ti biryareke vekişînê tine.

Berî çend rojan hatibû ragihandin ku Hîkûmeta Kanadayê biryar dabû ku hêzên xwe yên li Herêma Kurdistanê vekişîne û rahênana hêzên Pêşmerge berdewam neke.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmerge weşandiye, hat gotin ku civîna mehane ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serperiştiya wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalî, hin berpirsên wezaretê û nûnerên welatên hevpeymaniyê li Hewlêrê hat lidarxistin.

Herwiha daxuyanî dibêje ku nûnerên welatê Kanadayê bersiv daye pirsyara Wezîrê Pêşmerge yê bi Wekalet û gotiye, hêzên me dê li Herêma Kurdistanê berdewam be û ti biryareke bo vekişîna wan nehatiye dan, tenê hêzên kevin hatine guhertin da ku hêzeke nû cihê wan bigire.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku derbarê pirsa têkilîdarî serhildanên çekdarên DAIŞê li ser sînorên Iraq, Sûriye û hin deverên madeya 140ê û bi taybetî li başûrê Kerkûkê, berdewamiya rahênana hêzên Pêşmerge li ser zanista leşkerî û çekên nû û alîkariya hevpeymaniya bo herêma Kurdistanê di warê leşkerî de, mijarê wê civînê bûne.

Bi heman mijarî:

Kanadayê mercê vîzeyê ji bo meksîkiyan rakir
NYyê pêşniyar qanûna Kanadayê ya bo dawîkirina şerê Sûriyê pesend kir
Serokwezîrê Kanadayê bang li penaberan kir: Em ê we vehewînin
Li Kanadayê li dijî camiyê êrişa çekdarî: 6 kuştî
Pûtîn sersaxiya Kanadayê kir
Di êrişa camî ya Kanadayê de şagirtekî 27 salî hat girtin
Li Kanadayê dîsa êrişî camiyê kirin
Kanadayê cûreyên çekên ji bo Pêşmergeyan dişîne eşkere kir
Etîketan:
DAIŞ, Pêşmerge, Kanada, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de