22:54 21 Hezîran 2018
Leşkerên Îranê

PDKÎ: Xelkê Salmasê şahidin ku çend leşkerên îranî hatine kuştin

© AP Photo / Vahid Salemi
Kurdistan
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
0 0 0

Endamê Rêvebiriya Navendî û berdevkê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) Rostem Cihangirî rastiya şerê Şîno ye navbera Pêşmerge û pasdaran ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re vegot.

Endamê Rêvebiriya Navendî û berdevkê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) Rostem Cihangirî ji bo şerê Şînoyê ku 9 leşker hatibûn kuştin û 17 jî birîndar bibûn got: "Xebata me ya li Kurdistana Îranê bê navber dewam dike. Wek her car dîsa Îran rastiyan vedişêre û derewan dike. Rejima Îranê hê ji salê 1970-80yî de tiştê ku di şeran de diqewime ji raya giştî û ji çapemeniyê vedişêre. Bi sedan kes leşker û milîsên îranî dihatin kuştin, lê rêjimê carekê jî behsa kuştina leşkerên xwe nedikir."

‘CENAZEYÊ KU GIHÎŞTINE BAJARÊ SALMASÊ ÎSPAT E KU LEŞKERÊN ÎRANÎ HATINE KUŞTIN'

Nûnerê PDKÎyê Rostem Cihangirî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Xelkê bajarê Salmasê şahid in ku vî du sê rojên borî bê çi qas leşkerên Îranê hatine kuştin û çend cenazeyê gihîştin bajêr. Rejima Îranê telefata ku hatiye serê leşkerên xwe vedişêre ji bo leşkerên ku hatibûn kuştin gotine ‘ev li cihekî din hatine kuştin. Rejimê heta niha her wiha kiriye û kuştiyên xwe yên şerê qehremanên kurdan veşartiye. Di şerê sala 2017an de yê Kotalan de jî bi dehan supayê pasdaran ji aliyê Pêşmerge ve hatin kuştin, hîç îlan nekir û li wir jî kuştina leşkeran veşart û ji raya giştî re tiştên derew gotin. Piştî sê rojan ku cenazeyê wan hatin mecbur man ku îlan kirin. Îran naxwaze şikestina xwe û dengê ku li Kurdistanê şer heye belav bibe."

Kerkûk
© AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
‘REJIM NE RAST DIBÊJE TILIYA YEK PÊŞMERGEYEKÎ JÎ BIXWÎN NEBÛYE'

Rostem Cihangirî di dirêjiya axaftina xwe de îdîaya Fermandarê Hêza Bejayî General Muhammed Pakpur ê îranî ku gotibû ‘di nava 24 seetan de 9 çekdar hatin kuştin' derewand û got: "Heta niha me ti carî sansur dananiye ser ragihandinê. Jixwe em bixwazin jî em nikarin sansurê deynin ser. Em xwe wek rêberê tekoşîna Rojhilatê Kurdistanê dizanin û li dijî sansurê ne. Em nikarin kuştina şervanên xwe ji kes û kar û malbatên wan veşêrin. Lewm aem her tiştî wek heyî radigihîni û eger şehîdên me jî hebe em ji malbata wan re dibêjin keç an jî kurê we yê Pêşmerge di filan şerî de şehîd ketiye. Bi her awayî em redkirin ku yek Pêşmergeyekî me jî şehîd nebûye. Ragihandina Fermandariya Hêza Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê navenda giştî agahdar kir ku tiliya yek şervanî jî bixwîn nebûye."

‘PÊŞMERGE AMADE YE XIZMETA BEŞÊN DIN BIKIN'

Cihangirî di dawiya axaftina xwe de got: "Wekî dehê salan niha jî hêzên Pêşmerge li seranserê Kurdistana Îranê xebata xwe îdame dikin ev dê her berdewam be. Eger ev ne ji ber baweriya neteweyîn bûna ne mimkin bû ev xebat heta wiha dirêj dewam bikira. Dê wiha dewam bike û ji bo karê kurdî amade ye li hemû beşên din jî vê xizmetê bimeşîne."

Bi heman mijarî:

PDKî: Eyloyên Zagrosê operasyonek li dijî pasdarên Îranê pêk anî
PDKÎ: Êrişa ser Efrînê êrişeke hovane ye
PDKÎ: Îran hejmara kuştî, girtî û birîndaran rast eşkere nake
PDKÎ: Hejmara miriyên ku Îran radigihîne ne rast e û karesat hê mezintir e
PDKÎ: Pasdarên Îranê û hêzên iraqî nêzîkî kampa me dibin
PDKÎ: Pêşmergeyên me li ser sînor in
Etîketan:
Leşkerên Îranê, Endamê Komîteya Navendî ya PDKÎyê, Rostem Cihangirî, Kurdistan, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de