03:18 18 Hezîran 2018
DAIŞ

Ji ber êrişên DAIŞê 4 gundên kurdan vala bûn

© AP Photo / albaraka_news, File
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

7ê Hezîranê terorîstên DAIŞê li bajarokê Cebare ya Germiyanê êrîşî gundên kurdan kirin. Ji ber êrişê 67 malbatên kurd cihê xwe terikandin.

Hefteya borî milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê ketibûn kemîna niştecihên gundê Gulabatê. Niştecihên gund 4 terorîstê DAIŞê dîl girtin û radestê hêzên ewlekariyê kirin. Tê gotin ku ew berpirsê DAIŞê yê hatiye girtin, "emîrê DAIŞê" bûye û ji bajarokê Silêman Begê heta gundê Şarebanî di bin berpirsiyariya wî de bûye.

Nîştecihen herêmê dibêjin: "Ew roja ku milîtanên DAIŞê hatine girtin û heta niha me xwe amade kiriye. Ji ber em dizanin ku wê êriş bikin."

Herwiha piştî êrîşa DAIŞê niştecihên gundên Gulabata Mezin, Gulabata Biçûk, Gulabata Navîn û Aştokan koçber bûn û çûne navçeya Kîfriye.Hinek nîştecihên van gundan jî ji ber hatina artêşa Iraqê amadekariyên vegerê dikin lê hinek jî giliya wê yekê dikin ku parastina herêmê lawaz e.

Bi heman mijarî:

Li Silêmanî, Helebce, Germiyan û Ranye şîna Efrînê hat ragihandin: Newroz nayê pîrozkirin
Mehmud Sengawî: Erebkirina niha li Kerkûk û Germiyan dibe, di rejîma Beas de nebuye
Li Îlamê erdhej çêbû: Germiyan, Helebçe, Hewraman û Şarezor hejiyan
Li bajarê Germiyan, wesayetek balhilgir, zarokên penaber perçiqand
Enfala çaremîn: ‘Germiyan'
Etîketan:
DAIŞ, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de