21:57 24 Hezîran 2018
Burhan Reuf siyasetmedar

'Bêyî alîkariya Herêma Kurdistanê artêşa tirk nikare êrîşê Qendîlê bike'

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
Operasyonên Tirkiyeyê yên li axa Herêma Kurdistanê (16)
0 10

Her ko hilbijartin nêz dibe Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dibê hindik maye em bikevin herêma Qendîlê. Gelo ev îdiaya Erdogan çiqas pêkan e, ji Sulêmaniyê siyasetmedar Burhan Reuf bersiva pirsên Sputnik Kurdistanê da.

Ji Bajarê Silêmaniyê siyasetmedar Burhan Reuf di derbarê ihtimala operasyona li ser Qendîlê ji Sputnikê re axivî.

‘GELO JI BO ÇI BERTEKÊN TIRKIYEYÊ LI SER QENDÎLÊ HER DIÇIN ZÊDE DIBIN?'

Burhan Reuf "ew mesele girêdayê helbijartinaye û dixwazin dengên xwe pê zêde bikin, ez bawerim ku niha pir zehmet e ku artêşa tirk bikare êrîşê devera Qendîlê bike, ji ber ku devereke çiya ye û pir dijwar e, lê eger wê deverê dorpêç bike û Herêma Kurdistanê jî alîkariya Tirkiyê bike û demeke dirêj berdewam be ihtimal ku bikare êrişê ser Qendîlê bike.

‘ENDAMÊN PKKÊ DÊ BIKARIBIN PÊŞIYA TIRKIYÊ BIGIRIN?'

Reuf destnîşan kir ku "PKK rêxistineke xurt e, demeke dirêj e ku şer dike, lê belê me li rojava û li herêmên kurdan yên li Tirkiyeyê dît ku bêyî alikariya navdewletî, nikarên şer li hember endamekî NATOyê bikin. Lewra çekên pêşketî divên.

‘GELO DEMA TIRKIYE ÊRÎŞÊ SER QENDÎLÊ BIKE WÊ HELWESTA ÎRAN Û IRAQÊ ÇAWA BE?'

Di derbarê vê pirsê de Burhan Reuf da zanîn ku: Wek ku tê zanîn di navbera Tirkiye, Îran û Iraqê de xaleke hevbeş heye ku ew jî dijmanatitya kurdan e, naxwazin ku kurd bibin xwedî maf. Ji bo vê ev ji bo wan firsendeke, lê eger Rûsya nexaze nikarin vê bikin. Ji bo Wê jî helwesta Rûsyayê li vir girîng e.

‘HELWESTA AMERÎKAYÊ HÛN ÇAWA DIBÎNIN?'

"Amerîka hertim li dûyê berjewendiyê xwe ye, li kuderê berjewendiyê wê hebe li wir e. lê belê dostaniya Tirkiyeyê ji bo Amerîkayê gelek girîngtir e. Amerîka tenê dostaniyekê dwemkî li gel kurdan dike."

Mijar:
Operasyonên Tirkiyeyê yên li axa Herêma Kurdistanê (16)

Bi heman mijarî:

Balafirên tirk dîsa herêma Qendîl, Xakurk û Basyanê bombe kirin
Çavuşoglu: Wek operasyona Efrînê divê li Qendîl û Şingalê jî operasyon bên kirin
Balafirên Tirkiyeyê dîsa Qendîl û Asos bombebaran kirin
Erdogan: Em ê Qendîl û Şingalê bi erdê re bikin yek
Balafirên şer ên Tirkiyeyê Çiyayê Qendîl û Biradost bombebaran kirin
Etîketan:
qendîl, tirkiye, pkk, Burhan Reuf, herêma kurdistanê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de