21:56 24 Hezîran 2018
Parlamentoya Herêma Kurdistanê

Parlamentoya Herêma Kurdistanê li ser betalkirina dengan daxuyanî da

© REUTERS / Azad Lashkari
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokatiya parlamentoya Kurdistanê li dijî betalkirina dengên hêzên Pêşmerge û polîsên Herêma Kurdistanê ji aliyê parlamentoya Iraqê ve bertek nîşan da û bang li dadgeha federal ya Iraqê kir pêşiya betalkirina dengan bigire.

Parlamentoya Federalî ya Iraqê 6 Hezîranê biryar dabû, bi hinceta hebûna sextekariyê dengên hilbijartinên taybet ên 12 Gulanê Herêma Kurdistanê bi dest bên hejmartin û dengên hêzên Pêşmerge û polîsên Herêma Kurdistanê jî bên betalkirin.

Serokatiya parlamentoya Kurdistanê li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kir û nerazîbûna xwe li hember betalkirina dengên Pêşmerge û polîsên Kurdistanê nîşan da.

‘DÊ BETALKIRINA DENGAN ARÎŞE Û ALOZIYAN KÛRTIR BIKE'

Parlamentoya Herêma Kurdistanê li ser betalkirina wan dengan diyar kir ku dê arîşeyan aloztir û kûrtir dike.
Di daxuyaniyê de hat gotin, parlamentoya Iraqê biryar daye tenê dengên Pêşmerge û polîsên Kurdistanê bên betalkirin, ev jî nîşan dide ku hinek aliyên Iraqî û Kurdistanê bi vê yekê dixwazin armancên xwe yên siyasî û hizbî bi dest bînin.

‘TI CARÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN'

Di berdewamê de hat diyarkirin ku betalkirina dengên Pêşmerge û polîsên Kurdistanê binpêkirina mafên hiqûqî yên hêzên navxwe yên Kurdistanê ye û ti carî jî nayê qebûlkirin.

‘PARLAMENTOYA IRAQÊ LI DIJÎ MAFÊN DESTÛRÎ YÊN KURDAN BIRYARAN DIDE'

Serokatiya parlamentoya Kurdistanê bang li dadgeha federal ya Iraqê kir, pêşiya karên ne qanûnî yên parlamentoya Iraqê bigire û di mijara hilbijartinan de helwesta xwe nîşan bide ji ber ku parlamentoya Iraqê ev demek e biryaran li dijî mafên Destûrî yên gelê Kurdistanê dide.

Bi heman mijarî:

Ji Rûsyayê di derbarê hevdîtina muhtemel ya Trump û Pûtîn de daxuyanî
Merkel: Di navbera nêrînên me û yên Trump de cudahiyên ber bi çev hene
Barzanî: Fraksiyoneke hevpeymaniya Kurdistanê dikare baştir mafê Kurdistanê biparêze
Bajarên ku herî zêde dunyayê qirêj dikin hatin tesbîtkirin
Li Iraqê Teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da 23 kes jî birîndar bûn
Etîketan:
Betalkirina dengan, Iraq, Parlamento, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de