20:29 20 Hezîran 2018
Mesrûr Barzanî

Barzanî: Fraksiyoneke hevpeymaniya Kurdistanê dikare baştir mafê Kurdistanê biparêze

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku biryara redkirina dengên taybet hewldaneke siyasî ye li dijî Herêma Kurdistanê.

Li gorî ragihandina çapemeniya Herêma Kurdistanê Şêwirmendê Encûmena Asayîşê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro ligel Berpirsê Ofîsa Hevkariya Asayîşê ya li Balyozxaneya Amerîkayê General Bradly Baker hevdîtinek pêk anî. Baker ji ber bidawîbûna erka xwe û nasandina cîgirê xwe yê bi navê General Shon Jenkins serdana Herêma Kurdistanê kiribû.

Hat diyarkirin ku di civînê de bernameya demdirêj a ji bo perwerdekirin û dabînkirina pêwîstiyên leşkerî ya hêzên pêşmerge hate gotûbêjkirin. Herwiha hilbijartinên 12ê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê jî hate rojevê.

'EV BIRYAR HEWLDENEKE SIYASÎ YE LI HEMBERÎ KURDISTANÊ'

Mesrûr Barzanî di civînê de bal kişand ser girîngiya pêkanînê ya hevpeymaniya Kurdistanê di nava aliyên Kurdistanî de û anî ziman ku pêkanîna fraksiyonê ya hevpeymaniya Kurdistanê dikare bi awayekî baştir mafên gel û Herêma Kurdistanê biparêze.

Barzanî li ser yasaya Parlamentoya Iraqê ya ji bo hejmartina encamên hilbijartinan bi destan, derbirî ku ji bo wan ferq nake ku encamên dengan bi dest werin hejmartin yan na.

Barzanî li hemberî biryara redkirinê ya dengên taybet ên Herêma Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan da û got, "Ev yek hewldaneke siyasî ye li dijî Herêma Kurdistanê."

Di hevdîtinê de behsa bernameya reform û rêxistinîkirina Wezareta Pêşmerge jî hat kirin.

Bi heman mijarî:

Wezîrê Alman spasî li asayîşa Kurdistanê kir
Şêwirmendê Barzanî: Divê serkirdayetiya Herêma Kurdistanê girîngiyê bide daxuyaniyên Putin
Hikûmeta Kurdistanê: Dema hilbijartinê nayê guhertin
Berdevkê Hikûmeta Herêma kurdistanê Sefîn Dizeyî: Divê PKK ji hin navçeyên herêmê derkeve
Etîketan:
Şêwirmendê Encûmena Asayişê ya Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de