18:58 23 Hezîran 2018
PDK-hilbijartin

PDK: Biryar, yasa û pêngavên Parlamentoya Iraqê ne yasayî ne

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi daxuyaniyekê diyar kir ku biryar, yasa û pêngavên Parlamentoya Iraqê "nedestûrî û neyasayî" ne. PDKê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ev yek ji bo alozî û bêaramiya Iraqê destpêkeke metirsîdar e.

Li gorî malpera Rûdawê Polîtbûroya PDKê li ser biryara Parlamentoya Iraqê ya ji bo betalkirina dengên hêzên pêşmergeyan daxuyaniyek weşand û têde hat gotin, "Ji ber ku beşek ji beşdarên pêvajoya siyasî yên ku di hilbijartinan de serkeftî nebûne û encameke li gorî berjewendiya wan derneketiye, bêyî ku destûr û yasayan bigirin ber çavan, biryar û helwesteke wiha wergirtine, ku ev yek jî hemû pêvajoyan ber bi aliyekî metirsîdar ve dibe.

Di daxuyaniya Polîtbûroya PDKê de ev tişt hatin gotin: "Weke PDK, bi tevî ku nûnerê me di Komîsyona Bilind a Hilbijartinan de heye, ji ber hestkirina bi berpirsiyariyê, piştî bidawîbûna pêvajoya hilbijartinan û ragihandina encaman me nîgeraniyên xwe ragihand. Ji bo ji holê rakirina guman û nîgeraniyên hemû aliyan û parastina aramiyê me baş dizanî, ku li wan cih û şûnwarên gilî wan hatiye kirin, divê li gorî yasayan lêkolîn were kirin. Li gorî pêwîstiyan deng bi dest werin hejmartin û eger pêwîst bike jî li seranserê Iraq û Kurdistanê deng bi destan werin hejmartin. Niha jî nêrîna me bi vî awayî ye."

Polîtbûroya PDKê daxuyand ku Serokatiya Parlamentoya Iraqê bi piştgiriya hinek aliyan hinek biryarên "neyasayî" derxistine, ku ev yek jî pêvajoya siyasî ya Iraqê dixetimîne.

Polîtbûroya PDKê bal kişand ser nehejmartina dengên taybet ên koçberên Kurdên Êzidî û herwiha bal kişand ser dengderên bimerc ên derveyî welat jî û daxuyand ku divê hejmartina wan li gorî yasayan be, ne ku li gorî berjewendiyên hinek kes an jî aliyan.

Bi heman mijarî:

Şanda PAKê bi Sekreterê Giştî yê PDKê Miranî re hevdîtinek pêk anî
Grûbeke nenas êrişî noqteya PDKê kir
PDKê bersiva Komela Îslamî da: Hilbijartin nehatine betalkirin
Piştî PDKê heyeta YNKê jî ji bo hevdîtinan diçe Bexdayê
Etîketan:
yasayî, biryar, Parlamentoya Iraqê, PDK, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de