22:13 18 Hezîran 2018
PKK-Qendil

PKK: Em amade ne her kêliyê bersivê bidin artêşa tirk

© AP Photo /
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Hat diyarkirin ku berdevkê PKKê Rêvan Welat got, îhtimal heye ku artêşa tirk axa Herêma Kurdistanê dagir bike û got, her gava ku ew werin nav xaka Iraqê endamên PKKê amade ne rûbirûyê wan bibe.

Partiyên Kurdistanî
© Sputnik / Sertaç Kayar
Li gorî nûçeya El Sumaria Newsê Berdevkê PKKê Rêvan Welat anî ziman ku artêşa Tirkiyeyê di nav 3 rojên dawiyê de hêzeke mezin anî li ser sînorê Trkiye-Iraqê bi cih kir û got, em heta niha nizanin ew hêza tirk ji bo çi li wir hatiye bicihkirin.

Welat derbirî ku hêzên PKKê di warê hatina hêzên artêş tirk de her gav amade ne li dijî leşkerên tirk rawestin û got, her kengî ew hêza arêşa tiirk were nav axa Herêma Kurdistanê wê berdêleke giran bide.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan duhî ragihandibû ku dibe ew her kêliyê êrîşê ser Qendîl, Şingal û Mexmûrê bike.

Bi heman mijarî:

Partiyên Kurdistanî bersiva PKKê dan
Bahoz Erdal ji Okaza Siûdî re axift: YPG ne beşekî PKKê ye
YNKê bersiva Çavuşoglu ya tohmeta PKKê da: Em di rêya Mam Celal de ne
Endamên PKKê bi roketan êrişî qereqola polîsan kirin
Berdevkê PKKê: Ger derfet hebe, hêzên tirk wê hemû gundên Kurdistanê dagir bikin
Etîketan:
bersivdayîn, Berdevkê PKKê, Artêşa Tirk, Rêvan Welat, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de