09:54 19 Hezîran 2018
Bendav

Ciwanek di bendava Dihokê de xeniqî

© REUTERS / JIM URQUHART
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat diyarkirin kul i bajarê Dihokê ciwanekî 18 salî dema ku ji bo avjeniyê ket bendava Dihokê, tê de xeniqî.

Li gorî zanyariyên NRTyê berpirsê ragihandinê yê birêvebirina bergiriyê yê şaristaniya Dihokê Bêwar Ebdulezîz diyar kir ku di saet 13:00ê nîvro yê îro ciwanekî 18 salî yê bi navê E. S. E. Yê ji bajarê Dihokê di dema avjeniyê de di bendava Dihokê de xeniqiye.

Ebdulezîz derbirî ku piştî bûyerê tîmê avjeniyê yê bergiriya şaristaniya Dihokê gihîşt cihê bûyerê û termê wî ciwanê navborî ji bendavê derxist.

Hat destnîşankirin ku termê wî ciwanî ji bo lêkolînê ji Saziya Tibê ya Edliya Dihokê re hat şandin. Wî berpirsî anî ziman ku ji destpêka îsal heta niha 14 kes di vê bendavê de xeniqîne û termekî ji wan, ku zarok bû, nehat dîtin.

Bi heman mijarî:

Kurdistanê ji ber heqaret li jinan kir biryara girtina kanalekê da
Li Dihokê şewatek derket: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
Li Dihokê qezaya trafîkê: 2 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn
Li Dihokê avahiyek herifî, 10 kes birîndar bûn
Çavkanîyek bo Spûtnîkê: Hêzên Iraqî û Heşda Şeibî amadekariya êrîşa navçeyên Dihokê dikin
Etîketan:
ciwan, xeniqandin, bendav, Dihok
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de