01:18 18 Hezîran 2018
Şerê li Şingalê

Fermandar: Dibe her kêlî şer di navbera Pêşmerge û Heşda Şeibî de derkeve

© AP Photo / Seivan Selim
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku li devera Şingalê rewş gelekî aloz bûye û dibe her kêlî şe di navbera Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û milîsên Heşda Şeibî de derkeve.

Fermandarê Pêşmerge yê Çiyayê Şingalê Qasim Şeşo di axafina xwe ya KDP info de got: "Piştî banga Heşda Şeibî ya Hêzên Parastina Ezidxane ku ew tehdîd kirin û xwest çekan deyne û ji Şingalê derkeve alozî zêde bûye."

Qasim Şeşo di berdewamiya axaftina xwe de got: "Milîsên şiî di tehdîdên xwe de bi îsrar in, lewma alozî her diçe zêdetir dibe. Eger şerek li wir derkeve ew jî ji ber helwesta wan e. Me berê jî çend caran got, xelkê herêmê naxwaze Heşda Şeibî li vir bimîne. Lê kes guhdariya me nake."

Hêjayî gotinê ye ku di çend rojên borî de yekîneyeke leşkerî ya artêşa Amerîkayê jî li herêma Şingalê bicih bibû.

Bi heman mijarî:

Ji MGKya Tirkiyê peyamên Minbic, Şingal û Qendilê
Li Kurdistana Îranê pêşangeha wêneyên Şingal û Kobanê dest pê kir
Amerîka: Piştî êrişa Şingal û Rojava me Akar bi xwe hişyar kir
Êrişên li Şingal û Rojava li Amedê hat şermezarkirin
'Fermandarê Hêzên Hewayî yê Tirkiyeyê: Em ê nehêlin ku Şingal bibe Qendîla duyemîn'
Balafirên şer ên Tirkiyeyê Şingal û Rojava bombebaran kirin
Etîketan:
Heşda Şeibî, Hêzên Pêşmerge, Qasim Şeşo, Şingal, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de