05:43 21 Hezîran 2018
Hêzên Taybet ên Parastinê li Kerkûkê

Li Kerkûkê 3 teqîn li pey hev çêbûn

© AFP 2018 / MARWAN IBRAHIM
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li parêzgeha Kerkûkê li pey hev sê teqîn çêbûne û di encamê de kesekî can daye û herî kêm jî 11 kes jî birîndar bûne.

Li gor daxuyaniya Berdevkê Polîsê Kerkûkê Efrasyaw Kamîl Weys teqîna pêşî li Kolana Quds a li nêzîkî Mizgefta Ebrar rû daye û kesekî can daye û 7 kes jî birîndar bûne.

Piştî wê teqînê bi çend xulekan li Cadeya Bexdayê nêzîkî Mollê Aîletî jî bombeyeke vedayî teqiyaye ku encamên wê hîn nehatine zanîn.

Dîsa îşev 8ê Hezîranê li Taxa Mûsela ya Kerkûkê jî bombeyeke din teqiyaye ku encamên wê teqînê jî diyar nebûne.

Li gor nûçeya Rûdawê di teqîna li Kolana Qudsê de karwaneke leşkerî hatiye armanckirin û di encamê de 11 kes birîndar bûne ku di nav wan de zarok û jin jî hene.

Bi heman mijarî:

Pûtîn: Dê hevdîtina me avakar be
Wezîrê Alman spasî li asayîşa Kurdistanê kir
Medya Alman ji futbolhezan xwest ku ji bo Kûpaya Dînyayê herin Rûsyayê
YSKê biryara dawî da: Demirtaş dê li girtîgehê ji TRTê re biaxive
Buldan: Ev hilbijartineke çarenivîssaz e
Etîketan:
Iraq, Kurdistan, Teqîn, Kerkûk
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de