04:19 22 Hezîran 2018
Gundê ku bûn hedefa balafiên tirk

Balafirên şer ên Tirkiyeyê deverên Akre û Amediyê bombebaran dikin

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Li dirêjahiya êrişên rojaneyên dewleta tirk bo ser xaka Herêma Kurdistanê, îro piştî nîvro balefrên şer ên tirk gundê Bakurman li devera Akrê û navçeya Nêrew û Rêkan û Nihêlî li devera Amêdiyê bi dijwarî bombebaran kir.

Ligor daxuyanya çalakvanên kesekî sivîl Îbrahîm Bakurmanî ji Sputnîk Kurdistanê re diyar kir ku îro piştî nîvro navçeya Gomê li nêzî gundê Bakurman ku 20 kîlometro ji bajarê Akrê dûre bi dijwarî ji balafirên şer ên tirk ve hatiye bombebaran kirin, lê çi zirarên gudiyan çênebûne.

Herweha endamên PKKê li herma Bakurmanî ku îro hat bombebarankirin beriya niha hebûn, lê ev beriya saleke ku hîç endamên PKKê li herêmê nemane, lê bombardûma îro bû sedema tirseke mezin li ser gelê Bakurman. Herwiha herêma ku hat bombebarankirin kîlometroyek dûrê malên gundiyan e.

Hevdem ligel bombebaran Bakurman balafirên tirk navçeyên Nêrwe û Rêkanya û Nihêlya li devera Amêdiyê bi giranî bombebaran kirin û topxana tirk geliyê Reşava her li wê li deverê top baran kirin.

Bi heman mijarî:

Balafirên tirk dîsa herêma Qendîl, Xakurk û Basyanê bombe kirin
Çavuşoglu: Wek operasyona Efrînê divê li Qendîl û Şingalê jî operasyon bên kirin
Balafirên Tirkiyeyê dîsa Qendîl û Asos bombebaran kirin
Erdogan: Em ê Qendîl û Şingalê bi erdê re bikin yek
Balafirên şer ên Tirkiyeyê Çiyayê Qendîl û Biradost bombebaran kirin
Etîketan:
balafir, Sputnik, Herêma Kurdistanê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de