21:56 24 Hezîran 2018
Vladimir Putin

Şêwirmendê Barzanî: Divê serkirdayetiya Herêma Kurdistanê girîngiyê bide daxuyaniyên Putin

© REUTERS / Sergei Karpukhin
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 10

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin diyar kiribû ku hemû projeyên wan ên li Herêma Kurdistanê û lraqê rewan e û di pêşerojê de wê encamên baş hebin. Hesen Ehmed Mistefa, Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vê yekê ragihand ku ev daxuyaniyên Putin gelekî girîng e û siyasetzanên Herêma Kurdistanê bi vê yekê gelekî kêfxweş in.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin diyar kiribû ku hemû projeyên wan ên li Herêma Kurdistanê û lraqê rewan e û di pêşerojê de wê encamên baş hebin û gotibû, "Em ligel Kurdistanê xwediyê peywendiyeke kevnar in û haya me ji têkoşîna xelkê Kurdistanê ya jib o bidestxistina mafên xwe yên rewa jî hene."

'PEYWENDIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA LIGEL RÛSYAYÊ TENÊ BAZIRGANÎ Û ABORÎ YE'

Li ser van daxuyaniyên Putin Hesen Ehmed Mistefa, şêwirmendê karubarên siyasî yê Serokwezîrê hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Sputnİk Kurdistan axivî û got, "Herêma Kurdistanê di salên derbasbûyî de nexwest bikeve nav rikberiya welatên mezin. Bi taybetî nexwest bibe beşeke rikberiya di navbera Rûsya, Amerîka û lranê de. Rast e peywendiya Herêma Kurdistanê ligel Rûsya heta niha di warê siyasî de çênebûye, tenê peywendiyeke bazirganî û aborî heye. Ji ber ku hîç rêkeftneke siyasî di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de tune ye. Herwisa peywendiya Herêma Kurdistanê ligel Amerîka jî ne peywendiyeke siyasî ye. Ji ber ku herêm beşeke ji lraqê û di çarçoveya dîplomasiyê de ligel lraqê li Herêma Kurdistanê dinêre. Îcar ev jî çi bi alîkariyên leşkerî, çi jî bi pereyan dibe."

'DIVÊ SERKIRDAYETIYA KURDISTANÊ GIRÎNGIYÊ BIDE DAXUYANIYÊN PUTIN'

Ehmed Mistefa diyar kirk u peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel Rûsya û Amerîkayê di çarçoveya paradîplomasiyê de ne û wisa berdewam kir: "Rewşa siyasî wisa kiriye ku herêm ligel Amerîkayê di warê leşkerî de hinek pêşve biçe, lê ligel Rûsyayê peywendiyên me ji sedî sed bazirganî û aborî ne."

Şêwirmendê Barzanî bal kişand ser girîngiya daxuyaniyên Putin jî û got, hemû siyasetzanên Herêma Kurdistanê ji ber wan daxuyaniyan kêfxweş in û ev tişt anîn zima, "Ji bo ku di pêşerojê de Rûsya bêtir piştgîriya Herêma Kurdistanê bike, pir girîng e Herêma Kurdistanê dîraseyeke hûr û kûr ji bo daxuyaniyên serok Putin bike û pêwîst e serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê karekî rijd û cidî li ser gotinên serok Putin bike."

Bi heman mijarî:

Putin: Bikaranîna amûrên fişarê li dijî Erdogan, encamê nade
WSJ: Koşka Spî ji bo hevdîtina Putin û Trump amadehiyan dike
Putin ji bo edîtorê Bloombergê got: Provokator
Etîketan:
Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Hesen Ehmed Mistefa, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de