22:49 21 Hezîran 2018
Referandûm - Kurdistanê

'Kurd difikirin ku Îsraîl bi awayekî rastîn girîngiyê nade meseleya kurd'

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 20

Diliman Ebdulqadir di nivîsa xwe ya ji bo rojnameya Jaruselam Postê de bal kişand ser helwesta Îsraîlê ya li hemberî kurdan û got, "Gelê kurd difikire ku Îsraîl tenê ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî behsa kurdan dike û bi awayekî rastîn girîngiyê nade meseleya kurd."

Dîrektorê Projeya Kurdistanê ya saziya bi navê Bexşandina Ji Bo Rastiya Rojhilata Navîn (EMET) Diliman Ebdulqadir di rojnameya The Jerusalem Postê de nivîseke bi sernavê ‘Îsraîl, Tirkiye û Meseleya Kurd' nivisî û bal kişand ser helwesta Dewleta Îsraîlê ya li hemberî kurdan.

Diliman Ebdulqadir bi gotina Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu ya ku ji bo Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gotibû, "Ez ji serokekî ku gundên kurdan ên li welatê xwe bombebaran bike dersa exlêq nagirim" dest bi nivîsa xwe kir û ev pirs pirsî, "Îsraîlî van gotinan rast dibinin?"

'KURD DIFIKIRIN KU ÎSRAÎL TENÊ BERJEWENDIYÊN XWE YÊN NETEWEYÎ DIFIKIRE'

Ebdulqadir anî ziman ku ligel gelek berjewendiyên hevpar jî gelek kurdên li Îsraîlê diêşin û got, "Ev hestê kurdan meşrû ye. Ew difikirin ku hikumeta Îsraîlê tenê ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî behsa kurdan dike û bi awayekî rastîn girîngiyê nade meseleya kurd. Sedema ji bo axaftina hikumeta Îsraîlê çi dibin bila bin, êdî dem hatiye ku polîtîkayên xwe yên li hemberî Tirkiyeyê biguherîne, wekî ku Enqere çawa polîtîkayên xwe yên li hemberî dewleta Cihûyan gav bi gav eyar dike."

'PIŞTGIRIYA ÎSRAÎLÊ YA JI BO KURDAN NE BI QASÎ PIŞTGIRIYA TIRKIYEYÊ YA JI BO FILITÎNÊ YE'

Dirêktorê Projeya Kurdistanê piştgiriya Îsraîlê ya ji bo kurdan û piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo filistîniyan miqayese kir û ev tişt gotin, "Bi qasî tê dîtin piştgiriya Îsraîlê ya ji bo kurdan, ne bi qasî piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo filistîniyan e. Filistînî ligel Tirkiye û Îranê, li nav 22 dewletên ereb ên serbixwebûna Filistînê dixwazin, cih digire. Lê kurd ji bo bi daxwaza xwe ya tayînkirina qedera xwe pêşve biçe, tenê heta derekê ji xwe re hevkarekî dibîne."

‘DIBE KU ÎSRAÎL PIŞTGIRIYA KURDAN WENDA BIKE'

Pisporê kurd Ebdulqadir di nivîsa xwe de got, "Li Tirkiyeyê zêdetirî 20 milyon kurd di bin rejîma Erdoganê îslamîst de û ev nêzikî 40 sal in 12 milyon kurd jî di bin rejîma metirsîdar a Îranê de ne, ku ev kurd li herêmê mifteya ewlehiyê ya Îsraîlê ne. Lê ger Îsraîl peywendiyên xwe yên aborî bi rejîma Erdogan re bidomîne, dibe ku piştgiriya kurdan wenda bike."

Bi heman mijarî:

Arjantinê pêşbirka bi tîma Îsraîlê re betal kir
Ji Îsraîlê li hember Îranê bangewaziya koalisyona leşkerî
Serokwezîrê Îsraîlê: Xelkê îranî gelke jîr, lê revebir talanker in
Netanyahu: Erdogan kuştinê baş dizane
Etîketan:
girîngî, Dîrektorê Projeya Kurdistanê ya saziya bi navê Bexşandina Ji Bo Rastiya Rojhilata Navîn (EMET), Diliman Ebdulqadir, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de