05:46 21 Hezîran 2018
Mesûd Barzanî û Necmedîn Kerîm

Barzanî û Necmedîn Kerîm hevdîtinek li dar xistin

© Foto : Malpera fermî ya Mesûd Barzanî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî û Waliyê Kerkûkê yê berê Necmedîn Kerîm hevdîtinek pêk anîn.

Mesûd Barzanî
© REUTERS / Azad Lashkari
Serokê Herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî li bajarê Selehadînê pêşwaziya Waliyê Kerkûkê yê berê Necmedîn Kerîm kir.

Li gor daxuyaniya malpera fermî ya Barzanî, di hevdîtina herdu aliyan de behsa rewşa herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, pirsgirêkên siyasî piştî hilbijartinên civata nûnerên Îraqê, dawî pêşhat û helwêsta aliyên siyasî derbarê pêşeroja Iraqê hat gotûbêjkirin.

Herwiha di daxuyaniya berdewamiya hevdîtinê de hat ragihandin ku mijara desteserkirina Necmedîn Kerîm jî hat nirxandin û dadwerê ku biryara girtina Serokê Civata Bajarê Kerkûkê Rêbwar Talabanî daye heman dadwer e û ev yek dirêjahiya xiyaneta 16ê Cotmehê ye.

Bi heman mijarî:

Barzanî: Îro rojeke dîrokî ye
Şêwirmendê Barzanî: Hemû artêşên NATOyê biçin Qendîlê jî dê nikaribin wê kontrol bikin
Barzanî: Bizaveke cidî heye ku çareya pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê ye
Barzanî: Em ê ji bo sazî û dezgehan, derbasî pergala teknolojiyê bibin
Barzanî: Pêwîst e rewşa dagîrkeriyê li Kerkûkê bi dawî bibe
Barzanî derheqê girtina Talebanî de daxuyaniyek belav kir
Etîketan:
PDK, Mesûd Barzanî û Necmedîn Kerîm, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de