19:12 23 Hezîran 2018
Jet ya F-16 ya Artêşa Tirk

Balafirên şer gundên quntara Çiyayê Qendîlê dan ber bombeyan

© AP Photo / Anatolia, Kenan Gurbuz
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Hat ragihandin ku 2 balafirên şer ên Tirkiyeyê bombe bi ser gundên Bêpalan, Beûbekir û Qelatû yên li quntara Çiyayê Qendîlê de barandin.

Li gor zanyariyan bombardimana balafirên şer ên Tirkiyeyê îro 7ê Hezîranê êvarê destpê kiriye ku balafir bombardimaneke giran bi ser gundên Bêpalan, Beûbekir û Qelatû de pêk tînin.

Derbarê ziyanê bombardimana berdewam ku bi balafirên bêmirov ên çavdêriyê jî operasyon tê birêvebirin de, ti zanyariyên zelal hîn bi dest neketine.

Hêjayî gotinê ye, artêşa Tirkiyeyê ji 11ê Adara 2018an ve operasyonan li nav sînorên Herêma Kurdistanê bi ser hêzên PKKê de pêk tîne û van rojên dawî ku amadekariyên hilbijartinên pêşwext li Tirkiyeyê têne kirin de jî operasyonên xwe zêde kirine.

Bi heman mijarî:

Encamên du rapirsînên dawî hatin eşkerekirin: Kîjan partî û namzed çiqas deng distîne?
YE: Em li bendê ne ku Tirkiyê di mijara serweriya hiqûqê de gavên berbiçav biavêje
Cezayê heta hetayê ji êrîşkarê qeymonê re hat birîn
PDK û YNKê betalkirina dengdana taybet a hilbijartinê red kirin
Gazprom: Şandina gazê bo Tirkiyeyê di ser Herika Tirkî re dê sala 2019an dest pê bike
Etîketan:
Operasyon, Qendîl, PKK, TIrkiye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de