03:02 18 Hezîran 2018
Mesûd Barzanî

Barzanî: Îro rojeke dîrokî ye

© REUTERS / Azad Lashkari
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Serokê Herêma Kurdistanê yê berê û Serokê PDKê Mesûd Barzanî îro wek rojeke dîrokî bi nav kir ku par anku sala 2017an wek îro tarîxa pêkanîna referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê hatibû ragihandin.

Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê îro de wiha nivîsî: Îro rojeke dîrokî ye. Îro ew tarîx e ku dema referandûma serxwebûna Kurdistanê hat ragihandin. Spasî û dilsoziya min ji bo wan kesan bin ku ji wê biryara xwe poşman nebûne."

​Par Barzanî li gel partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiyabû û piştî civînê wek îro dema referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ragihandibû ku di 25ê Îlona 2017an de pêk were.

Referandum li parêzgehên Herêma Kurdistanê û herêmên nakok pêk hat ku 93% ji gelê Kurdistanê û herêmên nakok dengê erê dan.

Têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê û herwiha yên li gel Îran û Tirkiyeyê jî di encama pêkanîna referanûmê de xirabûn ku Iraqê qada hewayî ya Kurdistanê girt û Tirkiye gef li Kurdistanê xwarin ku deriyê sînorî bigirin û Kurdistanê birçî bihêle. Herwiha Îranê jî bi heman awayî deriyên sînorî girtin.

Lê ji bilî Îsraîlê ne dewletên herêmî û ne jî yên cîhanê ew referandûm qebûl nekir û li dijî wê derketin û di 16ê Cotmeha 2016an de Hêzên Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî bi piştgiriya Tirkiye û Îranê operasyonek li dijî Kerkûk û Herêma Kurdistanê dan destpêkirin û hêzên Pêşmerge bêyî şerekî giran ji wan deveran vekişiyan.

Hêjayî gotinê ye ku Tirkiye û Îran bi tundî li dijî wê referandûmê derketin û wan piştgirî da hêzên Iraqê da ku herêmên nakok ji destê kurdan derxînin.

Piştî wê, rewşa herêma Kurdistanê nebaş bû û budçeya Kurdistanê jî hat kêmkirin.

Ji aliyê din ve, di nav kurdan de jî gelek nîqaş çêbûn bê gelo biryara referandûmê biryareke baş bû yan xerab bû û her tawanbar kirin ku xiyaneta hinek aliyan bû sedem ku Kerkûk û herêmên din ji destê kurdan derkevin.

Hêjayî gotinê ye ku kurê Serokê YNKê yê berê yê rehmetkirî Celal Talebanî, Bafel Talebanî ji aliyê PDKê ve bi îxanetê hat tawanbarkirin ku wî li gel Heşda Şeibî li hev kir û Kerkûk da Iraqê.

Herwiha aliyên din jî PDK û Barzanî bi wê yekê tawanbar kirin ku li gel cîhanê û Amerîka di serî de li dijî biryara referandûmê derketin jî, lê wan her ew referandûm pêk anî ku ew biryar ne biryareke rast bû û di encama wê de herêmên nakok ji destê kurdan derketin.

Bi heman mijarî:

Barzanî dîroka hilbijartina Herêma Kurdistanê eşkere kir
Nêçîrvan Barzanî li Moskowê bi Pûtîn re dicive
Weqfa Alîkariyê ya Barzanî: Bila her kes bi hewara êzîdiyên li ser çiyayê Şingalê de biçin
Piştî serdana Moskowayê şandeke amerîkî serdana Barzanî kir
Dr. Nasih Xefûr: Vexwendina Barzanî bo Moskowê peyameke zelal a Rûsya ye
Barzanî û McGurk proseya piştî hilbijartinê gotûbêj kirin
Etîketan:
Iraq, Tirkiye, Îran, PDK, Mesûd Barzanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de