06:58 22 Hezîran 2018
PKK - PKK Şengal- Şervanên PKKê li bajarê Şingalê

Şêwirmendê Barzanî: Hemû artêşên NATOyê biçin Qendîlê jî dê nikaribin wê kontrol bikin

© AP Photo / Bram Janssen
Kurdistan
Lînkê kurt
0 50

Şêwirmendê Ragihandinê yê Nivîsgeha Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî û pispor û şirovekarê siyasî Kîfah Mehmûd derbarê operasyona Artêşa Tirkiyeyê li dijî PKKê li herêma Kurdistanê de axift û got, pirsgirêka PKKê pirsgirêkeke siyasî ye û hemû artêşên NATOyê biçin Qendîlê jî, nikarin wê xelas bikin.

Mehmûd bi televizyona Hedesê ya erebî re axift û li ser pirsyara bê gelo tiştekî asayî ye ku Tirkiye operasyonekê li nav axa Iraqê pêk bîne ku ew dewleteke xwedan serwerî ye, wiha diyar kir ku ev kêşe, kêşeyeke kevin e ku vedigere serdema Serokê Iraqê yê berê Sedam Huseyinî û hemû hikûmetên Iraqê yên ji sala 2005an ve nekariye vê kêşeyê çareser bike.

"BARZANÎ JI BO DEMEKE DIRÊJ JI BO LIHEVKIRINA PKKÊ Û TIKRIYEYÊ XEBITÎ Û BI SER JÎ KET"

Herwiha Mehmûd herêmên kurdî li Tirkiyeyê wek "Kurdistana Tirkiyeyê" bi nav kir, teqez kir ku şandina hêzên leşkerî dê pirsgirêkê çareser neke û wiha dewam, "Şandina hêzeke leşkerî dê nebe çareseriya wê aloziyê ku tevahiya gelê wê derê ji ber wê eziyetê dikişîne. Helbet ew alozî jî siyasî ye. Serok Barzanî li vir li Iraqê û serkirdayetiya kurdistanî bi salan li ser xebitî ku nerînên tirkan û PKKê nêzîkî hev bikin û bi ser jî ketin. Herwiha peymanek hebû, belkî du salan dewam kir û di nav aştiyê de jiyan. Lê mixabin, ew peyman têk çû û wan berê xwe da xwîn û şerî".

"DIVÊ MIJARA PKKÊ BI AWAYEKÎ SIYASÎ WERE ÇARESERKIRIN"

Şêwirmendê Barzanî got, divê mijar pêşî bi awayekî siyasî li Tirkiyeyê were çareserkirin û paşê bi aliyên pêwendîdar ên Iraqê jî were çareserkirin ku Hikûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê jî di nav de ne. Mehmûd di berdewamiya axiftina xwe de wiha got: "eger ne wisa bûya, wek mînak, çawa destûrê didin PKKê ku li Şingalê be û endamên wê jî muçeyên xwe ji fermandariya Heşda Şeibî distînin."

"TI ARTÊŞ NIKARE QENDÎLÊ KONTROL BIKE"

Pêşkêşvnaê programê ji Mehmûdî ew îdîa pirsîn ên ku dibêjin, Tirkiye plan dike ku herêmeke ewle ava bike, anku plan tenê ne ew armanca hatiye ragihandin. Mehmûdî di bersiva xwe de wiha got: Divê em realîst bin û bizanin ku di şerê gerîlayan de herêmên ewle ne pêkan in. Heta tirk û PKK wek partiyeke tirkî li hev nekin ku vê pirsgirêkê bi awayekî siyasî çareser bikin, çareserkirina mijara PKKê li çiyayên Qendîl û Şingalê ne pêkan e. Şerê gerîlayê nayê kontrolkirin. Eger tevahiya artêşên NATOyê jî bînin Qendîlê dê nikaribin wê xelas bikin. Qendîl herêmeke erdnîgarî ya gelekî aloz e. Ti artêşeke nîzamî nikare wê deverê bi awayekî temam kontrol bike. Belkî hinek deveran kontrol bikin lê di dawiyê de, mesele dê bi siyasetê were çareserkirin."

Bi heman mijarî:

Li Kurdistanê ji malbatekê 5 kes ji bo Parlamentoya Iraqê bûne namzed
Partiyên kurdî ‘Tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê' ava kirin û şertên tifaqê aşkere kirin
Etîketan:
Sedam Huseyin, Mesûd Barzanî, Iraq, PKK, Kîfah Mehmûd, PDK, Herêma Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de