22:19 18 Hezîran 2018
Hilbijartin-YNK-Silêmanî

Konsolê Tirkiyeyê û şanda YNKê li hev civiyan

© Sputnik / Osman Baqelî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Hat ragihandin ku Konsolê Tirkiyeyê yê li Herêma Kurdistanê serdana Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê kir. Endamê Mekteba Siyasî yê YNKê Seîd Ehmed Pîre derbarê hevdîtinê de got, wan ji Tirkiyeyê re ragihandiye ku ew wekî YNKê nîgeran in ku Tirkiye wan bi alîkariya PKKê tohmetbar dike.

Konsolê Tirkiyeyê yê li Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay li bajarê Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê çû serdana Yekîtiya Niştîmanî ya YNKê û ji aliyê Endamê Polîtburoya YNKê û Berpirsê Peywendiyên Giştî yê YNKê Ehmed Sedî Pîre ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî ragihandina medyaya YNKê hat diyarkirin ku di wê civîna du alî de rewşa siyasî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê, hilbijartinên giştî yên li Iraqê û damezirandina hikûmeta nû ya Iraqê hate gotûbêjkirin.

Herwisa hat destnîşankirin ku Endamê Polîtburoya YNKê û Berpirsê Peywendiyên Giştî yê YNKê Sedî Ehmed Pîre nerazîbûn û nîgeraniya YNKê ya li hemberî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu derbirî, ku wî YNKê bi alîkariya PKKê tawanbar kiribû.

Pîre di bersiva xwe ya li hemberî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê de behsa hewldan û têkoşîna Mam Celal Talebanî ya ku di sala 1993a de li dola Bîkahê ji bo aştiyê û aramiyê kir û diyar kir ku wî wê demê hewl da di navbera PKKê û Tirkiyeyê de projeya aştiyê saz bike û îro jî YNK ji bo heman projeyê dixebite, da ku kuştin û wêrankarî nemîne û aramî û aşitî pêk were.

Bi heman mijarî:

Tevgera Goran: Heta êrişa ser navenda me neyê lêkolînkirin em bi YNKê re hevdîtinan nakin
YNKê bersiva Çavuşoglu ya tohmeta PKKê da: Em di rêya Mam Celal de ne
Tevgera Goranê giliyê YNKê li dadgehê kir
PDKê 43 saliya YNKê pîroz kir: Herêma Kurdistanê ketiye qonaxeke nû
Mamend: Serkeftina YNKê li Kerkûkê, serkeftina tevahiya Kurdistanê ye
Etîketan:
Konsolê Tirkiyeyê yê li Herêma Kurdistanê, Endamê Polîtburoya YNKê, Hakan Karaçay, Sedî Ehmed Pîre, Hewlêr, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de