03:17 18 Hezîran 2018
YNK û Goran

Tevgera Goran: Heta êrişa ser navenda me neyê lêkolînkirin em bi YNKê re hevdîtinan nakin

© Foto : www.pukpb.org
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamenterekî Tevgera Gorran di daxuyaniya xwe de ragihand ku me biryar daye heta lêkolînên qanûnî li ser sextekariyan û bûyerên gule berdanê neyê kirin, ti danûstandinekê li gel YNKê nakin.

Goran
© Foto : Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
Endamê parlamentoya Kurdistanê yê Grûba Tevgera Gorranê Adil Ezîz di axaftina xwe ya ajanseke herêmî de got: "Tevgera Gorran yek ji wan aliyê siyasî ye ku danûstandinê li gel hemû aliyên siyasî dike. Nerazîbûna me ji ber sextekariya ku hatiye kirin e. Ji ber wê heta niha me ti danûstandin nekirine û em danûstandinê jî nakin, heta encamên rasteqîn ên helbijartinê eşkera nebin."

Adil Ezîz di berdewamiya axaftina xwe de got: "'Em niha li benda dozên aliyên siyasî yên li Bexdayê ne. Her dema ku deng eşkera bûn û mafê partiyan ji wan re hatin dayîn, wê demê em ê li gel YNKê û aliyên din bicivin."

Ezîz di dirêjiya axaftina xwe de dibêje: "'Piştî encamên helbijartinan em ê nêrîna xwe ya cuda li ser bûyerên sextekarî û êrişê eşkere bikin."

Bi heman mijarî:

Goran: Belge li ber destê me hene ku PDK û YNKê sixtekarî kiriye
Şêwirmendê wezaretê: Tevgera Goran daxwaza hêzeke çekdarî nekiriye
Goran: Boykota siyasî jî di nav de hemû bijarde li ber me ne
PDK, YNK û Goran li derveyî welat çiqas deng standin?
Goran: Rewşa Kerkûkê nayê qebûlkirin
Ji Goran û Komelê daxuyaniya Efrînê: Em êrîşan şermezar dikin
Etîketan:
YNK, Goran, Adil Ezîz, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de