22:12 18 Hezîran 2018
Hêzên çekdar

Şevê din bi çekên giran êrişî gundên kurdan kirin: Kuştî û birîndar hene

© REUTERS / Goran Tomasevic
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê şevê din êrişî gundên kurdan ên bajarokê Karatepeya Xaneqînê kirin.

Li gor nûçeyên Herêma Kurdistanê, milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê şevê din seet li derdora 01.00ê bi çekên giran êrişî gundên Aştokan û Gilabat ê girêdayî bajarokê Karatepeya Xaneqînê kirin.

Li gor agahiyan, di navbera gundî û terorîstên DAIŞê de zêdetirî seetekê şer û pevçûn qewimî û piştî hatina alîkariyê milîtanên DAIŞê ber bi Çiyayê Hemrîn ve vekişiyane. Şêniyekî gundê Gilabatê di axaftina xwe de got: "Şevê din piştî êrişa milîtanên terorîst zêdetirî seetekê me gundê xwe parast. Piştî şer qediya û milîtan vekişiyan artêşa Iraqê hat herêm."

Herwiha di pevçûnan de ji ber teqîna bomyekê ji gundê Gilabatê welatiyekî bi navê Muhammed Hamîd canê xwe ji dest da û Loqman Hemîd jî birîndar bû.

Bi heman mijarî:

Milîtanên DAIŞê riya Dêra Zor û Bûkmalê kontrol kirin
Li Yermukê dibistanên DAIŞê yên bo zarokan derketin holê
Fermandarê sûriyeyî îdîaya ku DAIŞê dîsa dest bi êrişê kiriye bersivand
Êrîşa Belçîkayê DAIŞê li xwe girt
DAIŞê ber bi Palmîrayê ve dest bi êrişan kir
4 hemwelatiyên tirk bi hinceta endamtiya DAIŞê, hatin bidarvekirin
Etîketan:
DAIŞ, Xaneqîn, Kurdista
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de