04:24 22 Hezîran 2018
Kerkûk

Grûbeke nenas êrişî noqteya PDKê kir

© REUTERS / Ako Raşid
Kurdistan
Lînkê kurt
0 11

Hat tragihandin ku grûbeke nenas li bajarê Kerkûkê êrişî noqteya asayîşê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir.

Li gor nûçeya herêmê ku dispêrin çavkaniyên ewlehî, grûbeke nasname nediyar li taxa Rehîmawa ya bajarê Kerkûkê êrişî noqteya asayîş a PDKê kir û hat şewitandin.

Heta niha ti kes an jî grûbê berpirsyariya êrişa noqteya PDKê negirtiye ser xwe û derbarê ziyanê aborî jî ti agahî nehatiye bidestxistin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî hêzên Pêşmerge ji Kerkûk û herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Kurdistanê vekişiyan pirsgirêkên ewlehî her diçin zêdetir dibin. Li deverên Kurdistanî gelek remz û sembolên kurdan ên wek Pêykerê Pêşmerge ji aliyê rêxistina

Heşda Şeibî ve hatibû şewitandin û ala Kurdistanê hatibû daxistin.

Bi heman mijarî:

Cebheya Tirkmen: Kerkûk tê erebkirin
Baksî: Piştî karesata Kerkûk û Efrînê jî kurdan tifaq ava nekirin
Talebanî: Di hevdîtinên ligel Bexdayê de divê Kerkûk şertê yekem be
Dr. Ridwan Badinî: Kerkûk kurd e û di hilbijartinê de ev îspat bû
Encamên hilbijartinê yên Kerkûk û Duhokê hatin ragihandin: YNK û PDK yekemîn in
Etîketan:
PDK, Kerkûk, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de