19:01 23 Hezîran 2018
Hilbijartin

Hikûmeta Kurdistanê: Dema hilbijartinê nayê guhertin

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê di axaftina xwe de ragihand ku dema hilbijartina Parlemantoya Kurdistanê nehatiye guhertin û wê di dema diyarkirî de bê lidarxistin.

Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di axaftina xwe de got: "Dema yasayî ya hilbijartinên Herêma Kurdistanê temam bûye û li gor yasa divê hilbijartin bên kirin. Dema hilbijartinan jî ji aliyê Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin û ew dem guncaw e."

Sefîn Dîzeyî ji bo daxwaza paşxistina hilbijartinan got: "Li gor zanyariyên min Serokê Hikûmetê nikare biryara derengxistina hilbijartinan bide, ji ber ku du xuleyên parlemantoyê ku hatibûn dirêjkirin, bidawî dibin, ji bo valahiya yasayî dirust nebe, divê hilbijartin werin kirin."

Hikûmeta Kurdistanê 30ê Îlona 2018an wek roja hilbijartinan diyar kir û hinek aliyên siyasî jî daxwaza derengxistina hilbijartinan dikin.

Bi heman mijarî:

Berdevkê Hikûmeta Herêma kurdistanê Sefîn Dizeyî: Divê PKK ji hin navçeyên herêmê derkeve
'Tirkiye xwe amade dike li dijî axa Kurdistanê operasyonan li dar bixe'
Li Herêma Kurdistanê û Bexdayê xwenîşandan li dijî Tirkiyeyê bi rê ve çûn: Êdî bes e
Werzîşvanê kurd ê ji Efrînê piştî ku hevrikê xwe yê tirk têk bir, ala Kurdistanê hil da
Namzedê Saadetê: Ger gelê Kurdistanê ji bo serxwebûnê amade be, divê were nasîn
Etîketan:
Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dîzeyî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de