09:47 23 Hezîran 2018
Parlamentoya Iraqê

Parlamentoya Iraqê biryar da ku hemû deng bi destan werin jimartin

© AP Photo / Karim Kadim
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Peyamnêrê Sputnik Kurdistanê li Hewlêrê ragihand ku Parlamentoya Iraqê biryar da ku hemû deng bi destan werin jimartin.

Îro Parlamentoya Federal a Iraqê civînek li ser pêvajoya hilbijartina ku 12ê Gulanê bi rê ve çûbû li dar xist û tê de çend biryar têkilîdarî mijarê de dan.

Endamê Koma Tevgera Goranê di Parlamentoya Iraqê Hişyar Ebdulah ji Sputnik Kurdistanê re ragihand ku di cîvîna îro de hemû dengên derve yên welatî, dengên taybet bi hêzên ewlehî, artêş û polîsan û awareyan hatine betalkirin û nayên jimartin.

Herwiha biryar hat dan ku Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan were hilweşandin û 9 dadwer li cihê wan kar bikin û peywirên wê cî bi cî bikin.

Ebdulah got, "Parlamentoya Iraqê biryar da ku hemû dengên hilbijartina 12ê meha Gulana borî bi destan werin jimartin û komên PDK û YNKê li dijî vê biryara parlamentoyê bûn. Herwiha ew biryarên duh serokwezîrê Iraqê sebaret bi Komisyona Serbixwe, bandor li ser biryra îro ya parlamentoya Iraqê kir."

 

Bi heman mijarî:

Altan Tan: Kurdistan ava bibe, dinya xera nabe
'Nabe Kurdistan wekî Xezze û Qeterê were dorpêçkirin'
Kurdistan: Em amade ne li ser bingehê destpêşxeriya Sîstanî diyalogê bikin
Serkirdatiya Siyasiya Kurdistan-Iraqê 7 xalên piştî qonaxa referandûmê ragihand
Pêşmerge: Kurdistan pariyeka wisa nîne ku bi hêsanî bê xwarin
Îran: Kurdistan cuda bibe, em ê dergehên sînorî bigirin
Kurdistan amadehiya destûra nû ya ji bo dewleta serbixwe dike
Etîketan:
YNK, PDK, Parlamnetoya Iraqê, Goran, Hişyar Ebdulah
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de