03:17 18 Hezîran 2018
Operasyon - Çiya - Leşkerên tirk - Artêşa Tirkiyeyê

'Tirkiye xwe amade dike li dijî axa Kurdistanê operasyonan li dar bixe'

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 03

Rojnameya Timesê ragihand ku artêşa Tirkiyeyê hem li Iraqê û piranî li sînorê Tirkiye û Îranê, 11 baregehên nû yên leşkerî ava kirin: "Serokomar Recep Tayyip Erdogan beriya hilbijartina serokomariyê û parlamentoyê bi hêviya ku piştgiriya xwe zêde bike plana êrîşa dijî milîsên kurd dike."

Rojnameya Timesê, "Serokomar Recep Tayyip Erdogan beriya hilbijartina serokomariyê û parlamentoyê bi hêviya ku piştgiriya xwe zêde bike plana êrîşa dijî milîsên kurd dike." Di nûçeya rojnameyê de hat eşkerekirin ku artêşa tirk bi operasyonan, çekdarên PKKê ber bi aliyê Duhokê ve diajo û li deverên ku bidest dixe qerekolên nû ava dike. Herwiha Timesê daxuyand ku artêşa Tirkiyeyê hem li Iraqê û piranî li sînorê Tirkiye û Îranê 11 baregehên nû yên leşkerî avakirin.

Ji aliyê din ve Timesê bibîr xist ku PKK li herêmê xwedî hêzek girîng e. Herwiha diyar kir deverên ku Tirkiye dixwaze operasyonê li ser pêk bîne, di bin kontrola hikumeta Herêma Kurdistanê de ye ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li dijî hebûna Tirkiye ya li axa Kurditanê ye. Çavkaniyekî YNKê ku ji rojnameyê re axivî got ku li herêmê di bin kontrola PKKê de nêzî 700 gund hene. Bi êrîşek Tirkiyeyê ya ser herêmê de dê krîzek nû ya penaberan rû bide.

Etîketan:
herêm, operasyon, Times, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de