21:56 24 Hezîran 2018
Şervanê PKKê

Berdevkê Hikûmeta Herêma kurdistanê Sefîn Dizeyî: Divê PKK ji hin navçeyên herêmê derkeve

Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 03

Berdevkê Hikûmeta Herêma kurdistanê Sefîn Dizeyî îro roja çarşemê derbarê derbaskirina artêşa tirk bo nava xaka herêmê got, ji bo ku ji artêşa tirk re hincet nemîne pêwîst e PKK ji hin navçeyên herêma Kurdistanê derkeve.

Berdevkê Hikûmeta Herêma kurdistanê Dizeyî bo rojnamevanan re axivî û got, "ji salên heştêyî û ta niha hêzên PKK li Herêma Kurdistanê ye û ji wê demê û ta niha bi berdewamî artêşa tirk bi hinceta êrişkirina PKKê ketiye nava xaka Kurdistanê."

‘JI BO KU HINCETA TIRKIYÊ NEMÎNE, DIVÊ PKK JI HIN NAVÇEYÊN HERÊMA KURDISTANÊ DERKEVE'

Herwiha Dizeyî got, "bi sedema hebûna wan ta niha nêzî 300 gundên herêmê hatin valakirin û xelkê wan gundan nikarin vegerin ser mal û cihên xwe. Vêca ji bo ku hinceta Tirkiyê nemîne, pêdivî bi wê yekê heye ku PKK ji hin navçeyên Herêma Kurdistanê derkeve."

Bi heman mijarî:

PKK bersiva da îdiayên derbarê Qendîlê de
PKK li Colemêrgê êrîş kir: 3 leşker mirin 1 jî birîndar bû
Li Herêma Kurdistanê PKK êrîş kir: 2 leşker mirin 1 jî giran birîndar bû
PKK: Li Amedê 7 leşker û li Geverê jî ‘kontrgerîla'yek hat kuştin
PKK: 11 leşkerên tirk hatin kuştin
PKK li dijî Îsraîlê daxuyanî da
Etîketan:
Daxuyanî, Hêzên PKKê, Hêzên tirk, Sefîn Dizeyî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de