13:33 23 Hezîran 2018
Nêçîrvan Barzanî

Barzanî: Em ê ji bo sazî û dezgehan, derbasî pergala teknolojiyê bibin

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku hikûmeta Kurdistanê dixwaze pergalek pêşketî li kargêrî û rêveberiyan bikar bîne da ku hemwelatî bêzar nebin, rûtînî nemîne û karên wan jî bi hêsanî werin cîbicîkirin.

Serokwezîr Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dema merasîma wergirtina "Bawernameya ISO ya Wezareta Navxweyî" de gotarek pêşkêş kir û ragihand ku hikûmet dixwaze li rêveberiyên xwe pergaleke pêşketî bide sepandin. Barzanî got: "Em hewl didin ji bo hemû sazî û dezgehan teknolojiya elektronîkî ya pêşketî bisepînin. Divê astengiyên li pêşiya karên hemwelatiyan li dermangehên hikûmetê werin rakirin. Divê hemwelatî ji vê pergala kevin û rûtîn rizgar bibin."

Nêçîrvan Barzanî amaje bi giringiya çaksaziyan di hemû wezaret û dezgehên hikûmetê de kir û got ku ew piştgirî dide hemû çaksaziyên ku zêdetir xizmetê digihînin hemwelatiyan. Herwiha Barzanî diyar kir ku ji bo bihêzkirina pergala kargêrî ya Herêma Kurdistanê pêwîstî bi biryarên parlamentoyê jî heye û herwiha divê sûdê ji yasayan jî werbigrin.

Serokwezîr destnîşan kir ku karên wezaretan karên tîman in û eger weke tîmekî kar bikin dikarin serkeftî bin û ji bo vê yekê jî mînaka tîmeke fitbolê da.

Bi heman mijarî:

Barzanî: Bizaveke cidî heye ku çareya pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê ye
Barzanî: Pêwîst e rewşa dagîrkeriyê li Kerkûkê bi dawî bibe
Talebanî: Helwesta Barzanî baweriya kurdên Kerkûkê bi kurdistanîbûna Kerkûkê xurtir dike
Barzanî derheqê girtina Talebanî de daxuyaniyek belav kir
Etîketan:
pergal, kargêrî, dezgeh, herêma kurdistanê, Neçîrvan Barzanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de