04:58 22 Hezîran 2018
Şervanên PKKê

PKK bersiva da îdiayên derbarê Qendîlê de

Kurdistan
Lînkê kurt
0 30

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) radgihand ku ew li hemberî her êrîşeke Tirkiyeyê li dijî Qendîlê re amade ne û ew ê bersiva Tirkiyeyê bidin.

Berdevkê KCKê Serhat Varto di derbarê îdiayên ku PKKê endamên xwe ji Qendîlê vekişandine derewand û got: "Em li hemberî her cure êrîşeke Tirkiyeyê amade ne. Her operasyonek li dijî Qendîlê, wê şer berfirehtir bike. Em ê jî beramberî her êrîşekê hêzên xwe yên li Tirkiyeyê çalaktir bikin.

Herwiha Serhat Varto diyar kir ku operasyona li dijî Qendîlê, ji aliyê serbazî ve encaman naguherîne û pirsa kurdî jî çareser nake. Lê bi vê operasyonê, wê pirsa kurdî bibe pirseke navnetewî.

Ev demeke dirêj e ku Tirkiye operasyonên leşkerî li hemberî endamên PKKê yên li nav axa Herêma Kurdistanê pêk tîne û tê gotin ku nêzî 30 kîlometro artêşa tirk keriye nav axa Kurdistanê. Herwiha hikûmet û Serokomarê Tirkiyeyê di daxuyaniyên xwe de eşkere dikin ku operasyoneke leşkerî li hemberî endamên PKKê yên li Qendîlê pêk bînin.

Bi heman mijarî:

Çavuşoglu: Wek operasyona Efrînê divê li Qendîl û Şingalê jî operasyon bên kirin
Balafirên Tirkiyeyê dîsa Qendîl û Asos bombebaran kirin
Erdogan: Em ê Qendîl û Şingalê bi erdê re bikin yek
Balafirên şer ên Tirkiyeyê Çiyayê Qendîl û Biradost bombebaran kirin
Balafiran Qendîl bombebaran kir
Etîketan:
êriş, îdia, PKK, Serhed Varto
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de