13:30 23 Hezîran 2018
zanîngeha duhokê, zanîngeh, kurdistan

Dîplomatê amerîkî bû rektorê zanîngeha kurdan

© Sputnik /
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Li Duhokê ji bo Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê rektorekî nû hat tayînkirin. Hat ragihandin ku rektorê nû dîplomatê amerîkê yê berê John K. Menzies e.

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, li Herêma Kurdistanê, ji bo zanîngeha li Duhokê ya bi navê ‘Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê rektortekî nû hatiye tayînkirin. Dîplomatê amerîkî beriyê de balyoztiya Amerîkayê ya Bosna hersekê û Kosovayê kiriyê.

John K. Menzies di axaftina xwe ya di darbarê rektoriyê de got ku "Tecrubeyên min yên di hêla rêvebirî û dîplomasî de ku kêrê Kurdistanê were hene. Ji niha ve em lê bixebitin ku hin beşên zanîngehê wek beşa tendurustiyê pêşve bixin. Lewra gelek ihtiyaca Kurdistanê bi vê beşê heye."

Menzies axatina xwe wiha domand: Ez gelek kêfxweş im ku hatim Kurdistanê, di derbarê Kurdistanê de agahiyên min yên girîng hene. Ez di dîroka 25 salên dawî ya kurda de pispor im. Em ê li vir lê bixebitin ku perwerdehiya gel zêde bikin, herwiha ji bo ku xwendevanên Kurdistanê biçin Amerîkayê û li wir perwerdehiya xwe bidomînin em ê gelek hewl bidin.

Bi heman mijarî:

Li Herêma Kurdistanê û Bexdayê xwenîşandan li dijî Tirkiyeyê bi rê ve çûn: Êdî bes e
KCKê ji bo derbasbûna leşkerên tirk a nav gundê Herêma Kurdistanê daxuyanî da
Li Herêma Kurdistanê PKK êrîş kir: 2 leşker mirin 1 jî giran birîndar bû
PDKê 43 saliya YNKê pîroz kir: Herêma Kurdistanê ketiye qonaxeke nû
Etîketan:
zanîngeha duhokê, rektor, zanîngeh, kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de