19:11 23 Hezîran 2018
Heyder Şeşo

Heyder Şeşo: Heşda Şeibî daxwaza çekdanînê ji Hêzên Êzîdxane dike

© Foto : Osman Bashqali
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku ev çend roj in Heşda Şeibî ji Hêzên Parastina Êzidxane daxwaz dike ku çekan deyne.

Fermandarê Hêzên Parastina Êzîdxanê Heyder ragihand ku daxwaza Heşda Şeibî dike, xewn e û bi ti awayî em cîbicî nakin ji bo ku em xwediyê Şingalê ne û em bi fermana Heşda Şeibî nehatine damezrandin û bi fermana wan jî nayên hilweşandin.

Heyder Şeşo di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêzên Parastina Êzîdxanê hêzêke fermî ye û ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve hatiye tomarkirin, ew ên di nav Heşda Şeibî de hewl didin rê li hatûçûna Hêzên Parastina Êzîdxanê bigrin, çend komên diyar in û berpirsên Heşda Şeibî ji vê yekê ne agahdar in. Em ji hemû aliyan re dibêjin ku danîna çekan di ferhenga me de tine."

Li gor daxuyaniya Şeşo, Heşda Şeibî naxwaze hêzên girêdayî Êzidxanê bi çekan li nav sînorê nahiyeya Sinûn û Şingalê bigerin.

Bi heman mijarî:

Heyder Şeşo: Bila dijberên referandumê qurbaniyên gelê kurd bînin ber çavê xwe
Heyder Şeşo: Divê Heşda Şabî ji Şingalê derkeve
Heyder Şeşo ji bo 'partiyeke êzidî' ji YNKê îstîfa kir
Heyder Şeşo bi hêza xwe ve bi fermî tevlî Wezareta Pêşmerge bû
Heyder Şeşo: Em bi berpirsên PKKê û Pêşmerge re axivîn
Etîketan:
Hêzên Parastina Êzîdxanê, Heyder Şeşo, Şingal, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de