22:10 18 Hezîran 2018
Hilbijartin-YNK-Silêmanî

YNKê bersiva Çavuşoglu ya tohmeta PKKê da: Em di rêya Mam Celal de ne

© Sputnik / Osman Baqelî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 20

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bersiv da daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ku 5ê Gulanê di daxuyaniyeke xwe de beşek ji serkirdayetiya YNKê bi piştgiriya PKKê tohmetbar kiribû.

Berdevkê YNK Seidî Ehmed Pîre nêrîna YNKê ya derbarê bizavên kurdan de eşkere kir û got, YNK naxwaze diplopeke xwîna Kurd, Tirk û pêkhateyên din birije, lewma pêdaçûna hûrtir a li ser vê helwesta Tirkiyê girîng e.

Pîre wiha bersiva Çavuşoglu da: "Me bi matmayî ji Birêz Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu daxuyaniyek bihîst ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bi alîkarîkirina PKKê tê tohmetbarkirin, bersiva me ev e: Ji danûstaninên Beqa yên ji sala 1993yan ve û sekinandina şerê yekalî ya navbera Komara Tirkiyê û PKKê bi navbeynkariya serokê nemir Mam Celal Talebanî heta îro, siyaseta Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) derbarê vê mijarê de neguheriye, YNK ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi awayekî aştî xebat dike."

Seidî Ehmed Pîre diyar kir: "Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) naxwaze dilopeke xwîn ji Kurdan, yan Tirkan, yan ji ti pêkhateyên din birije, lewma pêdaçûna hûrtir li ser vê helwesta Tirkiyê girîng e û aştiyê diparêze."

Bi heman mijarî:

Yekem serokwezîrê xwedênenas ku bi încîlê sond nexwar ket dîrokê
Sûriyê bang li NYyê kir: Koalîsyon welatiyên Dêrazor, Reqa û Hesekê bombe dike
Amerîka: Ger Tirkiye ji Rûsyayê çekan bikire, dibe ku ji bernameya F-35an bê derxistin
Maça dostaniyê ya Rûsya-Tirkiye bi yeksaniyê bidawî bû
Dadgehê li ‘akademisyena aştîxwaz' Ersanliyê salek û 3 meh cezayê girtîgehê birî
Li seranserê dinyayê çend baregehên Rûsya û Amerîkayê hene?
Etîketan:
Mevlut Çavuşoglu, Tirkiye, YNK, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de