04:26 22 Hezîran 2018
Mesûd Barzanî

Barzanî: Bizaveke cidî heye ku çareya pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê ye

© REUTERS / Azad Lashkari
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser danûstandinên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û hewlên xwe ragihand ku di bin siya prensîban de bizaveke cidî heye ku dê bibe sedema çarserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê hewlên piştî hilbijartinên 12ê Gulanê yên Iraqê peyam dan.

‘DERFETEKE NÛ DERKETIYE HOLÊ'

Barzanî got, "Piştî birêveçûna hilbijartinên Perlamena Iraqê di 12ê Gulana 2018an de, tevî hebûna gelek têbîniyan li ser awayê birêveçûna proseya dengdanê û encamên wê, lê dibe ku rewş û derfeteke nû hatibe pêş ji bo çarekirina pirsgirêkan. Di wê derfeta nû de, pêwîst e gelekî bi zelalî kar bi prensîbên hevpariyê û lihevhatinê û hevsengiyê bê kirin, neku mîna berê, aliyek bi tena xwe biryarê li ser proseya siyasî û rêvebirina Iraqê bide."

‘EM DI NAV BIZAVEKE CIDÎ DE NE'

Barzanî di berdewamê de destnîşan kir, "Di bin siya wan prensîban de, em di bizaveke cidî de ne, daku em aliyên serekî bigehînin encamekê û em di wê baweriyê de ne, ku pabendiya bi wan prensîban, wê bibe sedema çareserkirina yekcarî ji pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û dibe çareyek ji proseya siyasî ya Iraqê giştî re."

Bi heman mijarî:

Ebadî bo Tirkiyê: Destdirêjiya xaka Iraqê nekin
‘Amerîka ji bo ku xwe li ber Rûsyayê bigire çekên nû yên nukleer bi pêş dixe'
Demirtaş ji bo Erdogan: Gaziyê prompterê
Pêşniyazî hat kirin di rojên ku yariyên Rûsyayê hene de dema mesaiyê were kêmkirin
Pompeo: Kurd di nav de hemû gelên bakurê rojhilatê Sûriyeyê dê siberoja welatî diyar bikin
Milîtanên DAIŞê riya Dêra Zor û Bûkmalê kontrol kirin
Etîketan:
Mesûd Barzanî, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de