09:47 23 Hezîran 2018
Mesrûr Barzanî û Walter Piatt

Barzanî: Pêwîst e rewşa dagîrkeriyê li Kerkûkê bi dawî bibe

© Foto : Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Ragihand, pêwîst e di zûtirîn dem de rewşa dagîrkeriya navçeyên Kerkûkê bidawî bibe û bi li gor nexşerêya benda 140 yê destûrê were çareserkirin.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro ligel Cîgirê Berpirsê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê general Walter Piatt civiya.

Di civînê de, rûdanên dawî yê ewlekarî û siyasî ya Iraqê û liv û tevgerên vê dawiyê yên teroristên DAIŞê li navçeyên rizgarkirî bi giştî û derdora Kerkûkê bi taybetî hatin gengeşekirin û danûstandin derbarê qonaxa piştî DAIŞê hat kirin. Barzanî amaje bi rewşa berê ya parêzgeha Kerkûkê kir û ragihand, "dema ku Kerkûk û derdora wê di bin kontrola Pêşmerge de bû, gelek aram û parastî bû. Pêwîst e di zûtirîn dem de û li gor nexşerêya benda 140 ya destûrê rewşa wan navçeyan were çareserkirin û dawî li rewşa dagîrkeriyê were anîn."

Ji aliyê xwe ve, Walter Piatt derbarê plana hêza hevpeymaniyan ya perwerde û rahênankirina hêza Pêşmerge axivî û her du aliyan li ser berdewamiya guftûgo û şêwirmendiyê derbarê pirsên girîng de hevbeş in lihev kirin.

Bi heman mijarî:

Mesrûr Barzanî: Ev hilbijartin, hilbijartineke çarenûssaz e
Mesrûr Barzanî: Dijberên referandûmê dê li Bexdayê mafê gelê kurd neparêzin
Mesrûr Barzanî pêşwaziya generalê amerîkî Paul E. Funk kir
Mesrûr Barzanî: Divê Bexdad mafê kurdan binase
Mesrûr Barzanî: Radestkirina Kerkûkê xiyaneta herî mezin a dîrokê bû
Mesrûr Barzanî: Ji bo damezirandina dewletê bêjin, ‘Belê’
Etîketan:
Hevdîtin, Walter Piatt, Mesrûr Barzanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de