22:55 21 Hezîran 2018
Leşkerên tirk ketin nava gundê Bermîze yê Sîdekanê, çûn mizgeftê û piştre jî li malên gundiyan firavîn xwarin.

'Artêşa Tirkiyeyê ji gundê Bermîzeyê vekişiya'

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Birêveberê Nahiyeya Sîdekanê ya girêdayî Qezaya Soranê ya Hewlêrê, Ihsan Çelebî ragihand ku hêzên Artêşa Tirkiyeyê yên ketibûn gundê Bermîzeyê duh yekşemê ji wir vekişiyane û berê xwe da baregehên xwe.

Li gorî malpera Qudsê, medyaya kurdî ragihandiye ku Çelebî gotiye, "hêzên Tirkiyeyê berî niha ketibûn gundê Bermîzeyê û paşê vekişiyan baregehên leşkerî" û destnîşan kir ku "ew hêz bo du saetan li gundî geriya û paşê ji wî gundî vekişiyan ji ber ku gundiyan alîkarî bi wan re nekir."

Birêveberê Nahiyeyê destnîşan kir ku "gundiyan biryar daye ku him piştgiriyê nedin PKK û him jî Artêşa Tirkiyeyê da ku gundê wan nebe qada şerekî siyasî."

Peyamnêrê Spûtnîk Kurdistanê 31ê Gulanê ragihandibû hêzeke leşkerên tirk ketiye nava gundê Bermîzeyê yê çiyayê Xwakurka li devere Sîdekanê.

 

Bi heman mijarî:

KNK: Bila aliyên siyasî yên Kurdistanê yekhelwest û yekdeng bin
Encamên fermî yên hilbijartinan: Hejmara kursiyên partiyên Kurdistanê diyar bûn
Parlamentoya Herêma Kurdistanê sibe li hev kom dibe
Herêma Kurdistanê bo TEV-DEMê got: Ji bo çareseriyê divê hûn girtiyên ENKSê berdin
Îranê di nava sînorê Kurdistanê de kolberek kuşt û yek jî birîndar kir
Piştî rageşiya Îsraîl û Tirkiye, pêşniyara nasîna dewleta Kurdistanê li Knessetê ye
Di operasyona bi ser Herêma Kurdistanê de, 2 leşkeran can da
Etîketan:
Artêşa Tirkiyeyê, PKK, Ihsan Çelebî, Çiyayê Xwakurkê, Bermîze, Sîdekan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de