19:11 23 Hezîran 2018
Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê Rêbiwar Talebanî

Talebanî: Helwesta Barzanî baweriya kurdên Kerkûkê bi kurdistanîbûna Kerkûkê xurtir dike

© Sputnik / Osman Başqali
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Piştî ku dadgeheke Iraqê ji bo Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê Rêbiwar Talebanî fermana desteserkirinê derxist, Serokê PDKê Mesûd Barzanî piştevaniya xwe ji bo Talebanî derbirîbû. Rêbiwar Talebanî li ser vê helwesta Barzanî diyar kir ku ev yek baweriya kurdên Kerkûkê bi kurdistanîbûna Kerkûkê zêdetir dike.

Dadgeheke Iraqê duhî ji bo Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê Rêbiwar Talebanî fermana desteserkirinê dabû. Li ser vê yekê Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî bi awayekî tund nerazîbûn nîşanê vê biryara dabû û gotibû, ‘'Biryara girtina Rêbiwar Talebanî berdewamiya xayîntiya 16ê Cotmehê ye."

‘SEROK BARZANÎ HER TIM PIŞTEVANIYA KURDPERWERAN KIRIYE'

Rêbiwar Talebanî li ser vê helwesta Barzanî j ibo Sputnik Kurdistanê axivî û destnîşan kir ku ev helwesta Barzanî pir girîng e, ji ber ku helwesteke niştîmanperwer û kurdperwer e. Talebanî ev tişt gotin, ‘'Barzanî Her tim bi van helwestên xwe piştevaniya kurdperweran dike û serok Barzanî piştevanî daye bi dehan babetên wisa. Her wekî çawa li Kerkûkê ji dema bilindkirina ala Kurdistanê heta encamdana refrandûma serbixwe ya Herêma Kurdistanê û heta dawiya bûyerên li Kerkûkê qewimîn."

Talebanî derbirî ku ev helwesta Barzanî wê bibe sedem ku morala kurdên Kerkûkê hîn zêde bilind bibe û got, "Baweriya wan dê bi doza rewa ya xwe û kurdistanîbûna Kerkûkê xurtir bibe. Barzanî bi vê peyamê ji kerkûkiyan re got, hûn nehatine jibîrkirin lê rewşek bi ser we de hatiye ku pêwîst e hûn jê rizgar bibin."

‘KURDÊN KERKÛKÊ DI HILBIJARTINAN DE NÎŞAN DA KU KERKÛK BAJAREKÛ KURDISTANÎ YE'

Rêbiwar Talebanî li ser sedema biryara dadgehê ya derbarê xwe de jî ev tişt anîn ziman, "Bi rastî piştî ku ew rewşa bi ser kerkûkê de hat û li beramberî vê jî hilbijartinên Parlamentoya lraqê hatin encamdan û kurdên kerkûkê di hilbijartinan de ew yek nîşan da ku her çi bînin serê wan jî Kerkûk dê her wekî bajarekî kurdistanî be û piraniya xelkê wê kurd in, bê guman vê yekê neyarên kurdan dilteng kir, ji ber ku wan wisa bawer dikir ku derfet li pêşiya wan çêbûye ku dê karibin nasnameya kurdbûna Kerkûkê veşêrin. Îcar piştî encaman wisa nebû û li gorî ajandayên wan wan nebû. Hewl dan dosyeyê li dijî me vekin. Cihê xemgîniyê ye ku hinek ji aliyên erebî û tirkmenî dijayetita kurdan dikin û hewl didin ku ew karê ku rejîma Baesê li Kerkûkê li dijî gelê kurd nikarîbû pêk bianiya, pêk bîne."

Bi heman mijarî:

Barzanî derheqê girtina Talebanî de daxuyaniyek belav kir
Di derbarê Talebanî de biryara gritinê hat dayîn
Talebanî: Di hevdîtinên ligel Bexdayê de divê Kerkûk şertê yekem be
Ji Talebanî bo Berhem Salih: Dema pere neman ji YNKê veqetiya
Talebanî: Min ji partiyên kurd re got li Kerkûkê tevlî hilbijartinê nebin
Etîketan:
Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê, Rêbiwar Talebanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de