04:57 22 Hezîran 2018
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

Barzanî derheqê girtina Talebanî de daxuyaniyek belav kir

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Kurdistan
Lînkê kurt
0 03

Serokê Herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî derheqê biryara binçavkirina Serokê Meclisa Bajarê Kerkûkê Rêbwar Talebanî de daxuyaniyek belav kir.

Ofîsa çapemenî yê Serokê Herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî bertek nîşanî biryara Dadgeha Lêkolîn a Kerkûkê da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku biryara girtina Rêbwar Talebanî berdewamiya xayîntiya 16ê Cotmehê ye."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku biryara derheqê Rêbwar Talebanî de hatiye derxistin ji bo welatperwer, kurdperwer û dadperweriya wî ye. Ev rastiyeke ku hemû alî vê dizanin. Her kurdê semîmî pişt Talebanî ye û bi hemû hêza xwe piştgiriya wî dike."

Dadgerê Dadgeha Lêkolîn a Kerkûkê yê kurd Sebah Mecid Îbrahîm duhî biryara girtina Rêbwar Talebanî derxistibû. Ji bo bilindkirina ala Kurdistanê û lidarxistina referandûma serxwebûnê doz li Talebanî hatibû vekirin.

Bi heman mijarî:

Di derbarê Talebanî de biryara gritinê hat dayîn
Talebanî: Di hevdîtinên ligel Bexdayê de divê Kerkûk şertê yekem be
Talebanî: Min ji partiyên kurd re got li Kerkûkê tevlî hilbijartinê nebin
Qubad Talebanî û Lahur Şêx Cengî çûn Kerkûkê
Talebanî: Em difikirin vegerin Kerkûkê
Etîketan:
Serokê Meclisa Bajarê Kerkûkê, Rêbwar Talebanî, Mesûd Barzanî, Kerkûk, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de