20:27 20 Hezîran 2018
Kerkûk

Di derbarê Talebanî de biryara gritinê hat dayîn

© Sputnik / Dmitriy Vinogradov
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku Dadgeha Lêkolînê ya Kerkûkê fermana girtina Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Rêbwar Talebanî da.

Dadgeha Kerkûkê di derbarê Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Rêbwar Talebanî de fermana desteserkirinê derxist. Li gorî daxuyaniya fermî ya ku ji aliyê dagehê ve hat dayîn, biryara di derbarê Talebanî de di çarçoveya maddeya 331ê ya yasayê Hikûmeta Iraqê hatiye dayîn.

Talebanî di derbarê biryarê de gfot ku "ez hay ji biryarê heme, lê ev biryar biryareke derqanûnî ye û ez tu carî qebûl nakim."

Di derbarê biryarê de ji aliyê ofîsa Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî daxuyaniyekê hat dayîn. Barzanî di daxuyaniyê de biryarê şermezar kiriye û destnîşan kiriye ku "ev hewlên han hewlên berdewamiya îxaneta 16ê Cotmehê ye."

Hêjayê bibîrxistinê ye ku Rêbwar Talebanî di pêvajoya referanduma serxwebûnê de ji bo ku gelê Kerkûkêê beşdarê referandûmê bibe gelek hewl dabû.

Bi heman mijarî:

Baksî: Piştî karesata Kerkûk û Efrînê jî kurdan tifaq ava nekirin
Talebanî: Di hevdîtinên ligel Bexdayê de divê Kerkûk şertê yekem be
Dr. Ridwan Badinî: Kerkûk kurd e û di hilbijartinê de ev îspat bû
Encamên hilbijartinê yên Kerkûk û Duhokê hatin ragihandin: YNK û PDK yekemîn in
Etîketan:
Barzanî, biryar, telebanî, kerkûk
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de