05:50 21 Hezîran 2018
Alaya Kurdistanê  û ya Iraqê

Îranê ava Kurdistanê birî, hikumeta Kurdistanê daxuyanî da

© AFP 2018 / Safin Hamed
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew hewl didin pirsgirêka girtina ava Çemê Zêyê Biçûk a ji aliyê Îranê ve çareser bikin.

Îro danê sibehê rêveberiya Îranê ava Çemê Xase ya ku ji çemê Zêyê Biçûk dihat û derbasî herêma Pişderê ya Herêma Kurdistanê dibe, girt û di encamê de li herêma Pişderê pirsgirêka avê qewimî.

Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku wezîrê demkî yê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Rêbaz Heman û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi konsulê Îranê li Hewlêrê re peywendî daniye û hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îran ev cara duyem e ava vexwarinê li ser xelkê Herêma Kurdistanê de digire. Wezaretê derbirî ku hikumeta Iraqê jî derbarê mijarê de hatiye agahdarkirin.

Ji aliyê din ve li gorî agahiyên li ser medyaya civakî hatin belavkirin, ji ber girtina ava Çemê Zêyê Biçûk ji aliyê Îranê ve bi hezaran masiyên biçûk mirin.

 

 

Bi heman mijarî:

Îranê di nava sînorê Kurdistanê de kolberek kuşt û yek jî birîndar kir
'Konferansa Pêşxistina Peywendiyên Aborî yên Herêma Kurdistanê û Îranê' destpê kir
Ji Îranê hemleya girîng a Kurdistanê
Şandeyeke Herêma Kurdistanê li Îranê ye
Rayedarekî Herêma Kurdistanê naveroka serdana Barzanî bo Îranê eşkere kir
Etîketan:
av, Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Rêbaz Heman, Qubad Talebanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de