05:38 21 Hezîran 2018
Tevgera Goranê li Herêma Kurdistanê

Tevgera Goranê giliyê YNKê li dadgehê kir

© AP Photo / Yahya Ahmed
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat diyarkirin ku Tevgera Gorranê bi hinceta şeva 12ê Gulanê, roja hilbijartinê, bi çekan êrîşê ser navenda sereke ya Goranê kiriye, giliyê YNKê û fermandarê pêşmergeyên YNKê Şêx Cefer Şêx Mistefa bi dadgehê kiriye.

Şeva 12ê Gulana 2018a, piştî ku encamên destpêkê yên hilbijartinên Iraqê hatibûn ragihandin, li parêzgeha Silêmaniyê navenda sereke ya Tevegra Goranê rastî êrîşa çekdarî ya komekê hatibû. Tevegra Goranê, ji ber vê êrîşê YNK tawanbar kiribû.

Li gorî agahiyên li ser malpera Basnewsê Tevgera Goranê derbarê mijarê de giliyê YNKê fermandarê pêşmergeyên YNKê Şêx Cefer Şêx Mistefa li dadgehê kiriye.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Endamê Civata Nîştimanî ya Tevegra Goranê Cebar Mela Emîn aniye ziman ku ew bi qanûn û hiqûqê bawer dikin û loma jî ew dixwazin bi rêya hiqûqî li mafên xwe bigerin. Mela Emîn derbirî ku wan ji ber bûyerên şeva 12ê Gulanê giliyê YNKê li dadgehê kiriye.

Bi heman mijarî:

Tevgera Goranê YNK bi 'xiyanetê' sûcdar kir
Tevgera Goranê derbarê boykotkirina Parlamentoya Iraqê de daxuyanî da
Tevgera Goranê Parlamentoya Iraqê boykot dike
Li Silêmaniyê li hemberî Tevgera Goranê êrîş pêk hat: 6 kes birîndar bûn
Parlamenterekî Tevgera Goranê ji partiya xwe îstifa kir
Etîketan:
gilî, Endamê Civata Nîştimanî ya Tevegra Goranê, Cebar Mela Emîn, Silêmanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de