22:10 18 Hezîran 2018
PKK-Qendil

Berdevkê PKKê: Ger derfet hebe, hêzên tirk wê hemû gundên Kurdistanê dagir bikin

© AP Photo /
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 30

Berdevkê PKKê Demhat Tolhildan ji bo Sputnik Kurdistanê diyar kir ku ti hêzên wan li nav gundên Herêma Kurdistanê tune ye û got, "Ger derfeta hêzên tirk çêbibe, wê hemû gundên Kurdistanê dagir bikin." Tolhildan her wisa rexne li hikumeta Kurdistanê kir û got, hatina hêzên tirk heta van deran nîşan dide ku di navbera herdu aliyan de rêkeftinek heye.

Hatibû ragihandin ku duhî hêzeke artêşa tirk li devera Sîdekanê kete nava gundê Bermîze. Derbarê mijarê de muxtarê wî gundî Ebdulrezaq Biradostî daxuyanî da Sputnîk Kurdistanê 3u got, "Ew hêza tirk ji xelkê gund re gotiye, ‘ew nehatine mal û xaka wan dagir bikin, ew tenê hatine terorîstên PKKê bikujin û ji deverê derxînin.' Herwisa wê hêza tirk fitara mexrîbê jî li mizgefta gund ligel gundiyan vekir û paşê ji gund derketin." Herwisa hin vîdeoyên li ser ketina wê hêza tirk di torên medyaya civakî de hatin belavkirin û welatiyên Herêma Kurdistanê bi guman behsa wê hêza tirk dikir û wekî hêzeke ‘dagirker' didan zanîn.

‘HÊZA TIRK JI XELKÊ GUND RE GOTIYE, ‘EM NEHATINE KU GUNDÊ WE DAGIR BIKIN''

Jandarma - Cenderme
© AFP 2018 / Sedat Budak
Ji aliyê din Sputnîk Kurdistan derbarê vê mijarê de peywendî bi berdevkê hikumeta Herêma Kurdistanê re kir, lê bersiv neda û tenê kargerê nahiyeya Sîdekanê Şewket Hemîd ji bo Sputnk Kurdistanê axivî û got, "Bi rastî heta niha li ser asta hikumeta Herêma Kurdistanê hîç tiştekî fermî negiştiye ber destê me û em li bendê ne. Ji ber ku haya me jê heye ku duhî ew hêzên tirk ketiye nava gundê Bermîze yê li sînorê nahiyeya me û ji xelkê gund re gotiye, ‘ew hatîne endamên PKKê bikujin û nehatine xak û gundê wan dagir bikin', lê di rastiyê de ti hêzên PKKê li nav ti gundên devera me tine ye."

‘EV YEK DIDE NÎŞAN KU DI NAVBERA TIRKIYEYÊ Û HERÊMA KURDISTANÊ DE RÊKEFTINEK HEYE'

Ji aliyê din ve berdevkê PKKê yê li herêmê Demhat Tolhildan derbarê vê mijarê de ji bo Sputnîk Kurdistanê axivî û got, "Bêdengiya hikumeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî hatina hêzên tirk, derbaskirina wan a sînorên herêmê û ketina wan a nava gundan, nîşanê wê yekê ye ku rêkeftinek di navbera Tirkiyeyê û hikumeta Herêma Kurdistanê de heye. Ji ber wê yekê bêdeng e. An hîç hikumetek xwe bêdeng nake, eger artêşa welatekî din bikeve nava xaka welatê wî."

‘EGER DERFETA HÊZÊN TIRK HEBIN WÊ HEMÛ GUNDÊN WAN DAGIR BIKIN'

Tolhildan herwisa parast ku PKK ti caran li nav gundên Herêma Kurdistanê nebûye û niha jî tu hêzeke me li nav gundên devera Sîdekanê tine ye. Berdevkê PKKê ev tişt anîn ziman, "Piştî ku hêzên tirk sînorê deverê derbas kir, gelek caran ketine nava wan gundan û ji wan re gotine, ‘em nehatine xaka we dagir bikin, em hatine hêzên PKKê bikujin.' Lê di rastiyê de eger ew derfeta xwe bibînin ew ê hemû wan gundan dagir bikin, ji ber ku ew her roj ew hewl didin hîn pêşve werin."

Berdevkê PKKê Tolhildan derbarê êrîşên PKKê yên bi ser artêşa tirk de jî got, "Duhî roja pêncşemê li nêzî gundê Lêlikanê, hêzên PKKê êrîşê ser hêzên tirk kir û 5 leşkerên wan kuştin û çekeke PKS û reşaşeke din ketin destê PKKê. Di hefteya borî de jî li heman devera Biradostiyê 15 leşkerên tirk di encama 2 êrîşên PKKê de hatin kuştin û 2 sengerên wan jî hatin şewitandin û wêrankirin."

Bi heman mijarî:

PKK: 11 leşkerên tirk hatin kuştin
PKK li dijî Îsraîlê daxuyanî da
PKK: Me li Bakur û Başûrê Kurdistanê 5 leşkerên tirk kuştin
Hilbijartina pêşwext û têkiliya wan bi Efrîn û pêvajoya navbera PKK û Tirkiyeyê re?
PKK: Di şerê li Sêrtê de 7 endamên me hatin kuştin
Etîketan:
dagirkirin, Berdevkê PKKê, Demhat Tolhildan, Sîdekan, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de