23:01 21 Hezîran 2018
Serokê berê yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed

Dr. Mihemed: Dibe ku partiyên nerazî bi lîsteyekê beşdarî hilbijartinên Kurdistanê bibin

© Sputnik /
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 20

Dr. Yûsif Mihemed li ser encamên hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Iraqê ji bo Sputnik Kurdistanê axivî û got, biryara Tevgera Goranê ew e ku bi hemû awayî li dijî sixtekariyên mezin ên di hilbijartinan de rawsete. Dr. Mihemed anî ziman ku di ware lêkolînkirina dengên hilbijartinan de ew piştgiriyê didin dadgeha federal a Iraqê û parlamentoyê.

Serokê berê yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed di axaftina xwe ya jib o Sputnik Kurdistanê de diyar kirk u niha biryara Tevgera Goranê ew e ku bi hemû awayî li dijî sixtekariyên mezin ên di encamên hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Iraqê de rawest e û wisa berdewam kir:

‘DIVÊ DENG DUBARE WERIN HILBIJARTIN'

"Biryara Goranê niha ew e ku bi hemû awayî li dijî sixtekariyên mezin ên di encamên hilbijartinan de rawest e, da ku mafên xwe û mafên dengdêran ên bi sixtekarî hatine stendin, werbigirin. Ez dixwazim li ser vê mijarê du tiştan bibêjim. Yekem, Tevgera Goranê piştgiriyê biryara parlamento û civata wezîrên Iraqê ya ji bo lêkolînkirina sixtekariyan. Dudu, em bi mercê ku midaxeleyê sindoqên dengdanê neyê kirin, piştgiriyê didin dubarekirina hijmartinê ya dengdan. Bi taybetî piştî ku komîsyonê wêneyekî dengdanê daye aliyên siyasî, wisa xuyaye ku sixtekarî têde hatiye kirin. Ji ber ku pêwîst bû piştî ragihandina encamên destpêkê di roja yekem a hilbijartinan de wêneyekî dengdanê ji bo aliyên siyasî hatibûya dayîn lê heta du hefteyan ev nehat dayîn û ev yek jî dibe sedem ku midaxeleyê dengan hatiye kirin. Îro li ser sixtekariyê belgeyên rast li ber destê dadgeha federal a lraqê hene. Heriwsa ew belgeyên di destê me de, gumaneke mezin li ser komîsyonê çêkiriye ku dest di sixtekariyan de heye. Pêwîste bi zûtirîn demê de komîsyon van gumanan li ser xwe bide aliyekî."

‘GER EV PIRSGIRÊK NEYÊ ÇARESERKIRIN, WÊ BANDOREKE MEZIN LI PÊVAJOYA SIYASÎ YA IRAQÊ BIKE'

Serokê berê yê Parlamentoya Kurdistanê di ware îdiayên sixtekariyê de bal kişand ser ku di hilbijartinên sala 2014a de jî bi qasî van hilbijartinan sixtekarî nehatin kirin û got, ger ji bo vê pirsgirêkê çareseriyeke dadwerane neyê peydakirin, wê bandoreke mezin li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê bike: "Pêvajoyeke siyasî yak u li ser sixtekariyê were avakirin, rewatiya xwe nabe û hikumet û parlamentoya nû ya Iraqê dê gelekî lawaz bin. Eger ev sixtekarî neyê çareserkirin Iraq wê ber bi aliyekî xerab ve biçe."

‘DIBE KU PARTIYÊN NERAZÎ BI LÎSTEYEKÊ BEŞDARÎ HILBIJARTINÊN KURDISTANÊ BIBIN'

Dr. Yûsif Mihemed destnîşan kir ku hemû partî û aliyên nerazî yên li Herêma Kurdistanê yadaştek daye ber destê komîsyona serbixwe ya hilbijartinan û têde daxwaz kiriye ku pêvajoya hilbijartinan nabe hijmartina dengan bi elektronîk be û divê bi destan werin hijmartin. Dr Mihemede got, "Herwisa wan daxwaz kiriye ku divê tomara dengdêrên li Herêma Kurdistanê ji navên kesên mirî û dûbare werin paqijkirin û em hemû hewla didin ku hilbijartinên parlamento û civatên parêzgehên Herêma Kurdistanê bêsixtekarî, azad û demokratîk werin encamdan." Rêveberê Goranê anî ziman ku ew partiyên nerazî dibe ku bi lîsteyekê beşdarî hilbijartinên li Herêma Kurdistanê bibin û got, lê heta niha ti biryarek nehatiye dayîn.

‘DIBE KU KOMÊN TERORÎSTÎ ÊRÎŞAN BIKIN'

Dr. Mihemed parast ku ev sixtekarî xelkê Kurdistanê bê hêvî kiriye û rêjeya beşdariyê jî wekî berê nîn e û çêdibe ku komên tundkar û teroristî jî vê yekê derfetê ji xwe re werbigirin û karên teroristî encam bidin ku em bi hemû awayî li dijî her karekê wisa ne: "Di heman demê de ew sixtekariya li Herêma Kurdistanê hatiye kirin gelekî mezin û li ser asta navdewletî deng vedaye û nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê Jan Kubis di civîna NY de behsa sixtekariyên hilbijartinan û helwesta aliyên nerazî kir û eger hilbijartineke azad, demokrasî li Herêma Kurdistanê neyê kirin, çarenivîseke baş nabe."

Bi heman mijarî:

PDKê 43 saliya YNKê pîroz kir: Herêma Kurdistanê ketiye qonaxeke nû
Îran û Kurdistanê di navbera xwe de dest bi bikaranîna pergala elektronîkî kir
Tirkiye: 3 leşkerên me li Herêma Kurdistanê hatin kuştin
Li Herêma Kurdistanê mûçe vê hefteya pêş tên belavkirin
Mamend: Serkeftina YNKê li Kerkûkê, serkeftina tevahiya Kurdistanê ye
Etîketan:
Serokê berê yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Dr. Yûsif Mihemed, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de