13:33 23 Hezîran 2018
Hêza eşîrên ereb

‘Erebên Gulale hewl didin kurdan ku ji deverê derxin'

© REUTERS / Azad Lashkari
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Erebên li sînorê bajarokê Gulale, ji bo ku kurdan ji wî bajarokî derxin gelek hewl didin. Erebên li Gulaleyê li dijî bi dehan rayedarên siyasî û leşkerî yên kurd doz vekirine û wan bi wê yekê tometbar dikin ku zêdetirî çar hezar xaniyên ereb ên li Gulaleyê ji aliyê wan ve hatine rûxandin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, erebên li Gulaleyê di dawiya sala 1970ê de di çarçoveya pêvajoya erebkirinê de hatine gundên kurdan ên li devera Şêx Baba û erdên kurdan li ser wan hatine tapokirin.

Piştî 16ê Cotmeha 2017an, erebên li wê deverê zextên xwe li ser kurdên li wê derê zêde kirin. Erebên li bajarokê Gulale ya Kerkûkê xwe bi tapoyên sala 1983an ve girêdidin, çimkî piştî sala 2003an, ew erd û zevî cardin dabûn kurdan.

Piştî sala 2003an, li Diyale ofîsa madeya 140 hat vekirin, li sînorê 12 bajar û bajarokan, 17 hezar û 671 malbat hatin qerebûkirin, ji vê hejmarê 4 hezar û 150 malbatên Ereb di dema erebkirinê de hatine wan deveran. Tevî ku 20 milyon dînar û parçeyek erd û pêşîneya xaniyan jî ji ereban re hatine dayîn, lê ereb naxwazin vegerin deverên ku berê li wan deran dijiyan.

Bi heman mijarî:

Çepgirê tirk: Gava çepê tirk piştgirî da kemalîzmê kurd ji wan veqetiyan
Li Kerkûkê şerê navbera kurd û ereban berdewam e
Koçberên kurd naxwazin bi ereban re di heman kampan de bimînin
Cenazeyê keça kurd a ku ji aliyê polîsê belçîkî ve hatibû kuştin hat rakirin
Ince: Heta teror neyê qedandin, çareseriya pirsgirêka kurd zehmet e
Etîketan:
derxistin, ereb, kurd, Rûdaw, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de